Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da 2025-04-29 12:17:56 NAVENDA NÛÇÊYAN - Hat ragihandin ku Pelîn Yilmaz ku salên dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, jiyana xwe ji dest daye.  Hat ragihandin ku Pelîn Yilmaz ku di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya PAJK’ê de hate ragihandin ku Pelîn Yilmaz (Pelîn Zozan) di 27’ê Çileya 2025’an de di êrişa li dijî herêmê de jiyana xwe ji dest daye. PAJK’ê got: “Têkoşîna rêhevala me Pelînê dê bi têkoşîna rêhevalên wê û jinên her roj ji bo azadiyê li ser pêyan re mezin bibe.”    Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ku Pelîn Yilmaz ku di demên berê de di Konseya Rêveber a KJK’ê de cih digirt, 23 sal in ji bo azadiya jinan û gelan têdikoşiya.