Xwendekarên D.U’yê îxrackirina mamosteyê xwe şermezar kir 2018-06-21 17:20:13   AMED – Xwendekarên Beşa Felsefeyê yên Zanîngeha Dîcleyê di merasîma mezûniyetê de îxrackirina Erkedarê Hîndekariyê yê Beşa Felsefeyê Aydin Gelmez şermezar kirin.    Zanîngeha Dîcleyê ji bo xwendekaran li Salona Civînê ya Navenda Kongreyê merasîma mezuniyetê li dar xist. Di Mezuniyetê li gel xwendekaran malbatên wan û rayedarên zanîngehê û mamosteyên xwendekaran amade bûn. Di merasîmê de xwendekarên ji gelek beşan mezûn bûn belgeyên xwe yên mezûniyetê sitendin.    XWENDEKARAN ÎXRACKIRINA MAMOSTEYÊN XWE ŞERMEZAR KIR   Xwendekarên Beşa Felsefeyê ku mezûn bûn ji bo dîplomayên xwe bistînin vexwendin ser dikê. Xwendekarên Beşa Felsefeyê, bi boneya Erkedarê Hîndekariyê yê Beşa Felsefeyê Aydin Gelmez ê ku akademîsyenê aştiyê bû bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a jimara 689’an îxrac bû çalakiyek protestoyê li dar xistin. Xwendekaran pankarta “Carek din Aydin Gelmezek wiha nayê” hildan û di şexsê mamosteyên xwe de pêkanîna îxracan şermezar kirin.    Dema xwendekaran pankartê xwe hilda li salonê dengê çepikan û hiryoha (yuh) bilind bû. Personelên zanîngehê mudaxeleyî pankartê kirin û bi hinceta "Pankart siyasî ye" ji destê xwendekaran revandin. Li ser vê yekê xwendekaran jî merasîmê protesto kir.    Piştî xwendekaran salon terikand pankarta xwe carek din paş de girtin.