1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin 2025-04-25 09:45:56   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku dê îsal 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bi kedkaran re ber bi civaka demokratî ve” pîroz bikin.    1’ê Gulana Cejna Karker û Kedkaran dê îsal li Amedê bi dirûşma “Bi kedkaran re ber bi civaka demokratîk ve” bi mitînga herêmê were pîrozkirin. Mitîng, dê ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve were amadekirin û bi beşdariya gelek kesên li bajarên derdorê were pîrozkirin.    1’ê Gulana îsal dê bi bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin. Kedkar dê ji bûdçeya ji bo şer tê veqetandin heta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, tundiya li dijî jinan û heta KH’an dê bi gelek daxwazan li qadan bin û amadekariyên vê dikin.      Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Oktay diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind bînin ziman. Oktay, anî ziman ku 1’ê Gulana îsal hem ji hêla Tirkiyeyê hem jî ji hêla Kurdistanê ve di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin û got ku divê gel li qadan rola avakirina aştiyê li xwe bigire.    DAXWAZA CIVAKA DEMOKRATÎK   Oktay, bi lêv kir ku dê ji bo jiyaneke mirovane li qadan bin û wiha pê de çû: “Weke ku tê zanîn, ev 40 sal in sedemên rê li ber pirsgirêkên karker û kedkaran vedikin, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo rojên xweştir divê budçeya ji bo şer tê veqetandin ji bo avakirina civaka demokratîk were xerckirin. Ji bo em deklarasyona birêz Ocalan a 27’ê Sibatê temam bikin, em ê tora têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”    BI RUHÊ NEWROZÊ BER BI QADAN VE   Oktay, da zanîn ku bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ev pêvajo bi ser keve girîng e ku em li qadan bin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 1’ê Gulanê de beşdarî mitînga li Qada Stasyonê bibin. Em ê di 1’ê Gulanê de tevî gelê xwe vê peyamê bi zelalî bidin; dê ji vir û şûnde ciwantî û salên me neyên dizîn. Ji bo vê jî em ê pêvajoya heyî pêş bixin. Em ê bi deng û daxwazên xwe li qadan bin. Em dixwazin gelê me bi ruhê Newroz û 8’ê Adarê li qadan bin.”    MA / Şîlan Şîrvan Çîl