Namzetên HDP’ê di berbanga sibê de karker û esnaf ziyaret kirin 2018-06-21 12:28:53 NAVENDA NÛÇEYAN – HDP’ê li Riha, Meletî, Edene û Mereşê xebatên hilbijartinê didomîne. Li Edeneyê namzetên HDP’ê serê sibê zû çûn ber deriyê sanayiye û bi karkeran re sohbet kirin.  Namzetên HDP’ê yên Rihayê bi hemû biryardariya di asta herî jor de xebatên hilbijartinê birêve dibe. Namzet Ayşe Surucu li Serêkaniyê malbatan di zarokên wan di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li esnaf û gundan serdanan pêk anî. Surucu bi tîlîli, çepikan û coş ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Surucu pişt re derbasî navçeya Siwêregê bû û esnafên bazara sewalan û welatiyên li vir ziyaret kir.    Li aliyê din Nusrettin Maçîn jî li taxa Selîmpinar a Siwêregê ziyaret kir û civîna gel li dar xist. Maçîn xwest her kes dengê xwe rast bi kar bîne û xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin.    MELETΠ   Namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî bê navber xebatên xwe didomînin. Heyeta HDP’ê çû serdana komeleyên gundan. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya axivî û behsa xebatên HDP’ê û hilbijartinê kir. Yucekaya banga xwedî derketina sindoqan li komeleyan û gel kir.  Namzetê HDP’ê yê Meletiyê Mehmet Tuncel jî axivî û got ku daxwaza desthilatdariyê ew e HDP’ê di bin bendê de bihêlin û banga xwedî derketina sindoqan li gel kir.    MEREŞ   Namzetên HDP’ê yên Mereşê jî nizanin westandin çi ye û xwe ji 24’ê Hezîranê re amade dikin. Namzetên HDP’ê yên bajêr û rêveberên HDP’ê gundê Çigili yê girêdayî navendê ziyaret kirin û ji hilbijêran destek xwestin.    EDENE   Namzetên HDP’ê yên Edenê di çarçoveya xebatên hilbijartinê bi şev û roj li ser piya ne. Namzetên HDP’ê serê sibê zû çûn sanayiya li taxa Şakîrpaşa û li ber derê saniyayê karkeran pêşwazî kirin û ziyaret kirin. Pişt re namzet Sever Uzun, M. Edîp Çaçan, Bêrîtan Onem, Turkan Bakir û Denîz Varol li nav esnafan geriyan û belavo belav kirin.