Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû 2025-04-24 08:55:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû.  Duh li Stenbolê gelek erdhej çêbûn ku yek ji wan bi pileya 6.2 bû. Şevê din jî ya herî mezin jê bi pileya 5.9 bi giştî 184 paşleriz çêbûn. Ev paşleriz hêj didomin. Îro jî di danê sibehê de di Behra Marmarayê de bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû. AFAD’ê da zanîn ku erdhej saet di 07.19’ê de çêbûye û navenda wê behra li devera Buyukçekmeceyê ye. Hat ragihandin ku erdhej 7 km’an di bin erdî de çêbûye.    Rasatxaneya Kandîlliyê jî da zanîn ku mezinahiya erdheja serê vê sibehê 4.6 û kûrahiya wê jî 16.9 km ye.