Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in 2025-04-22 11:24:35 AMED - MKG û DFG di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 22 'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd de gotin, "Em mîrateyên berxwedana bi rûmet a 127 salan in." Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. Di daxuyaniya bi sernavê "Rojnamegeriya Kurdî 127 Salî ye: Pênûsa Berxwedan û Heqîqetê" de hat destnîşankirin ku pêngava yekem a 127 sal berê hat avêtin îro jî li dijî tarîtiyê meşaleyek e.   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamegeriya Kurdî 22’ê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê ji aliyê Mîqdet Mîdhat Bedirxan ve bi çapkirina rojnameya Kurdistanê ve destpê kiriye û wiha hat got: “Ji ber zextên Osmaniyan piştî demekê rojname li Cenevre û Londonê hat çapkirin. Heta sala 1902’an rojname 31 hejmar hat çapkirin.” Hat gotin ku çapemeniya Kurd li hemberî sirgûn, girtin, sansür û ceza û kuştinan têkoşîna xwe berdewam kiriye.   Hat destnîşan kirin ku li hemberî her cure zext û zordariyan hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat rojnamegerên Kurd li dijî zext û zordariyan agahiyan ji gel re radigihînin û bi xebatên xwe dibin deng, wijdan û hafizaya gel.    'JIN PÊŞENGIYÊ JI VÊ RE DIKIN'   Di daxuyaniyê de pêşengiya rojnamegerên jin hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Di vê têkoşînê de rojnamevanên jin di rêza herî pêş de cih digirin. Ji bo dengê jinan li her qadê bê dîtin em xebatên xwe didomînin. Di medya dîjîtal de zextên li ser azadiya çapemeniyê dewam dikin. Qedexeyên medyayê yên dîjîtal, astengiyên gihandinê û amûrên şopandina dîjîtal ji bo bêdengkirina dengê rojnamevanan tên bikaranîn. Em ji vê derê bang li rojnamevanên ciwan dikin: Ev têkoşîna bi rûmet wê li ser milê we bilind bibe. Hûn nifşa nû ya kevneşopiya çapemeniya azad in. Bila pênûsa te azad be, dengê te bilind be, wêrekiya te hevrêyekî dîrokê be.”   Di daxuyaniya MKG û DFG’ê de herî dawî hat gotin ku dê li dijî neheqiyan bêdeng nemînin û têkoşîna xwe ya ji bo rastiyan bidomînin.