Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin 2025-04-22 09:02:45 EDENE- Serlêdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê girtin, cara duyemîn 6 mehan hat taloqkirin. Serlêdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ê 31 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê girtiye, cara duyemîn 6 mehan hat taloqkirin. Sedema taloqkirina serbestberdana Îvrendi jî wekî "pêwendiya xwe bi rêxistinê re qut nekiriye" hat nîşandan. Keça Îvrendî Dîlan Îvrendi Oruçê anî ziman ku ev biryar kêfî ye. Dîlan Evrendî Oruçê bilêv kir ku bavê wê di 11'ê Nîsanê de bi telefonê pê re axiviye û gotiye, "Civanasek li min geriya û bi min re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin baş derbas bû. Ez nebirim lijneyê. Piştre bi devkî ragihandin ku berdana min 6 mehan hatiye taloqkirin. Wekî hincet jî gotin 'te pêwendiya xwe ji rêxistinê qut nekiriye.'  Ev nayê qebûlkirin, ez ê îtîrazê bikim."   GARDIYANAN BIRYARÊ RAGIHAND!   Dîlan Îvrendi Oruçê diyar kir ku ev biryar ji aliyê gardiyanan ve ji bavê wê re hatiye ragihandin û tiştên qewimîne wekî "kêfîtî û hiqûqa dijminatiyê" nirxand. Dîlan Îvrendi Oruçê got: "Bêyî ku biçin heyetê biryaran didin. Bavê min û malbata min çend roj berê li girtîgehê hevdîtin pêk anîn. Vê yekê wekî tiştekî kêfî û nehiqûqî bi nav kir. Em ê îtîrazê bikin."     Dîlan Îvrendi Oruçê got: "Ne tenê bavê min, hemû girtiyên nexweş ên girtî rastî zilmê tên. Mixabin nêzîkatiyeke ku di warê qanûnî de tu guhertinan neke nikare çareseriyê bîne. Divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan."   CEMAL ÎVRENDÎ KÎ YE?   Cemîl Îvrendi yê 61 salî di Cotmeha 1994'an de hat binçavkirin û girtin û cezayê muebedê lê hat birîn Îvrendi di vê demê de li 17 girtîgehên cuda ma. Di sala 2002'yan de, ew bi nexweşiya dil ket. Îvrendi yê ku qapaxa dilê wî riziya ye, ji dilê xwe emeliyat bû. Ji ber vê divê mehê carekê biçe kontrolê û dermanên xw ebi awayekî bi rê k û pêk bi kar bîne.