ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025 2025-04-22 09:00:37   * Sînem Bor a ku di dema pevçûnê de kurekî wê, 3 neviyên wê û 2 biraziyên wê jiyana xwe ji dest dabûn diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got ku eger dewlet samîmî be divê gavên şênber bavêje.   * Li Wanê di 'bazara şivanan' de bazariya dijwar a di navbera kesên xwediyê pez û şivanan de tê kirin û ji ber krîza aborî bazar bêencam dimîne.   * Akademîsyen Kamûran Berwarî destnîşan kir ku li Herêma Federal a Kurdistanê tevgera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zêde bûye û wiha got: "Iraq jî wê para xwe ji zerara ku wê rû bide bistîne."   * Rojnameger Zana Denîz a ku berxwedana ku 5 meh in li Bendava Tişrînê didome dişopîne, bal kişand ku hê lihevkirineke tam nehatiye kirin, lê ji bo çareseriyê di navbera aliyan de muzakere didomin.   * Siyasetmedar-nivîskar Abdulbakî Erdogmuş bal kişand ser banga dîrokî ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin û destnîşan kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi tenê li ser milê Kurdan neyê hiştin.   * Dîmenên dawî yên girtiyê bi navê Abdurrahîm Yuksel ê ku tê îdîakirin xwe hesteyê ser xwe şewat derxistiye û xwe kuştiye, derketin holê. Tevî ku 9 meh di ser re derbas bûye jî ji rêveberiya girtîgehê nehatiye xwestin ku di lêpirsînê de îfadeyê bide.   * Serlêdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê girtin, cara duyemîn 6 mehan hat taloqkirin.   * Hîkmet Çalagan ê 32 sal in di girtîgehê de ye, tevî ku cezayê wî qediyaye û Dadgeha Destûra Bingehîn der barê wî biryara binpêkirinê daye jî, nayê berdan.    * Çalakiya greva birçîbûnê ya 9 girtiyan a li girtîgehên Tîpa S, R û Y didome. Endama TAYAD'ê Semîha Eyilikê wiha pirsî: "Gelo ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin divê girtî ber bi mirinê ve biçin?"   * Li "Bazara şivanan" a Wanê ji ber krîza aborî, bazariyên di navbera şivan û sewalvanan de de tê kirin, bê encam dimînin.   * Dê geşedanên derbarê rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de bên şopandin.   * Danîşîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku bi ‘endamtiya rêxistinê’ tê darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * 2'yemîn danîşîna doza ku parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê darizandin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê. (11.00)   * 16'emîn Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê bê lidarxistin. (12.00)   * DEM Partî wê deklarasyona kampanya bi dirûşma ‘Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re bicivin’ li Parka Koşuyolu ya Amedê aşkera bike. (12.00)   * Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan wê di civîna koma meclîsê ya partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ