Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan 2025-04-21 13:49:37   MÊRSÎN - Parêzeran li Mêrsînê bertek nîşanî girtina Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli dan û xwestin were berdan.    Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli piştî hatî berdan careke din hate girtin. Şaxên ÇHD, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Mêrsînê têkildarî Kozagaçli li pêşiya Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan.    Serokê Şaxa ÇHD’a Mêrsînê Îsmaîl Bozkurt, ji bo biryara girtina Kozagaçli wÇHD got; “daraz weke amûrekê hatiye bikaranîn” û ev tişt anî ziman: “Ev biryar ne tenê li dijî Kozagaçli, di heman demê de gefa li dijî hemû kesên li edaletê digerin e. Xwestin peyama ‘dê nenaskirina me ya hiqûqê bidome’ dan bi milyonan kesên bi berdana Kozagaçli keyfxweş bû. Lê divê were zanîn ku ev bêhiqûqtiye dê ne Selçûk Kozagaçli ne jî kesên ji bo maf têdikoşin bêzar neke. Weke kesên li gel mafên mirovan û edaletê, em tevek vê bêhiqûqtiyê şermezar dikin û dixwazin ku Selçûk Kozagaçli tavilê were berdan. Careke din girtina Kozagaçli, nîşan dide ku li Tirkiyeyê ne hiqûq lê hukmê tolhildana siyasî ya îktîdarê didome Li dijî vê biryarê em ê hemû rêyên hiqûqî biceribînin û dev ji biryardariya xwe bernedin. Selçûk Kozagaçli bi tenê nîne. Têkoşîna edaletê bi tenê nîne.”