Namzetên HDP’ê: Heya ku deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê sindoqa bên parastin 2018-06-21 09:24:54 EDENE - Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Edeneyê, diyar kirin ku heya deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê ew sindoq biparêzin û gotin: “Li dijî pisîkên bikevin trafoyê jî, bila di destên we de elektrîka destan hebe.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dema endamên xwe yên li ser sindoqan bi cih kirin, li hin herêmên kêmasî çêbû. Nemzetên partiyê yên bajêr, ji bo kêmasiya endamên sindoqan, banga bibin müşahit kirin.   ‘EM SINDOQAN BIPARÊZIN’   Ji namzetên parlamenteriyê Kemal Pekoz, xwest ku hilbijêr di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bi kar bînin û wiha axivî: “Piştî me dengê xwe da, ji bo ewlekariya denga tişta ji destê me were em bikin. Li hmberî hemû hîleyan divê endamên sindoqan, sindoqan biparêzin. Heya ku deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê em sindoqan bi parêzin. Ger em vê yekê bikin, teqez emê qenc bikin. Ev hilbijartin ji bo welat werçerxa dawîne. Hilbijartinek kritîk li pêşiya me heye û em girîngiyê hilbijartinê. Erkdarên li ser sindoqan, di her rewşekê bi gumande, divê demildest îtîraz bikin û xwedî vîna gelan derbikevin. Di dema deng dayînê de divê girtek baş bên girtin.”   ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN HÎLEYAN’    Namzet Tulay Hatîmogullarî jî, bal kişand ser hîleyên di referanduma 16’ê Nîsanê de hatin jiyîn û wiha bilêv kir: “Li hemberî hîleyên di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bên kirin, divê em tedbîrên mezin bigirin. Ji saeta deng dayîn dest pê bike, heya encam bên dayîn divê hilbijêr seferber bibin. Em ê wê rojê sindoqan biparêzin û destûrê nedin hîleyan. Herî zêde divê hin sindoqan biparêzin. Di hemû qadên jiyanê de em hene. Pêşeroj  avakirin di destên me deye.  Divê hîn zêdetir em sindoqan biparêzin. Em jin bi hêzin û em dikarin bi ser bikevin.”   ‘LI HEMBERÎ PISÎKÊN BIKEVIN TRAFOYÊ ELEKTIRÎKÊN DESTAN’   Namzet Denîz Varol jî, da zanîn ku ciwan her tim sindoqan diparêzin û wiha got: “Di hilbijartinên bûrî de gelek hîle hatin kirin Hilbijêrên ciwan, dê li dijî hîleyan li ber xwe dibin. Li hemberî pisîkên ku bikevin trafoyê teqez divê em elektirîkên destan bikar bînin.”   Namzey Edîp Çaçan jî, dest nîşan kir ku parastina sindoqan, dê serkeftinê bi dest bixe û wiha axivî: “Çawan  ku gelê me dengê xwe bidin, em bawer dikin ku dê wisan jî sindoqan biparêzin. Em dizekan nas dikin û emê wan li ser sûc bigirin. Baweriya me bi vê yekê tê. Di 24’ê Hezîranê de em ê bersiva pêwîst bidin van dizekan.”