ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-21 09:00:46 *  Welatiya Amedê ya 65 salî Kudret Aslan, diyar kir ku piştî axaftina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan biryar da ku bi gopalên xwe serê sibê biçe ser sindoqan û sindoqan ji dizan biparêze.  * Namzetê HDP'ê yê Erdexanê Taşkin Aktaş, diyar kir ku ew piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê hatin girtin û zextên li ser wan zêdetir bûn, Lê tevî her tiştî niha ji 7'ê Heziranê xurttir û bi hêztir in.    * Rêxistina HDP'ê ya Îdirê dê 407 sindoqên ku bên avakirin bi 908 kesan biparêze. Xebatkarê Karên Agahiyan ê HDP'ê Serhat Hûn, diyar kir ku her roj ji bo parastina sindoqan dildarên muşahit û endamên Lijneya Sindoqan zêde dibin û wiha got: "Muşahîd û endamên Lijneya sindoqan dê saet di 06.00’an de biçin dibistanên xwe ser sindoqan.    * Dayîkên Aştiyê, diyar kirin ku roja hilbijartinê piştî dengê xwe bidin, dê li baxçeyê dibistanan rawestin û piştî hilbijartinê jî dê biçin ber buroyên hilbijartinê û gotin: “Werin hûn jî xwedî dengên xwe derbikevin û baxçeyên dibistanan vale nehêlin.”   * Di dîroka komarê de 71 hilbijartin pêk hatin. Di tevahiya hilbijartinên li Tirkiye pêk hatin de hîle û lîstik hatin lîstin.  Her carê bi şiklekî lîstik hatin lîstin. Hin caran dengê dubare avêtin. Hin caran aşkere mohr lê xistin. Hin caran bi zora çekan deng bikar anîn. Hin caran li ser nave kesen din, hin caran sindoq guhertin û deng dizîn. Hin caran jî deng şaş jimartin. Herî dawî zarfê bê mohr derbasdar qebûl kirin.    * Ji hilbijartina parlamenterî û Serokomariyê ya 24'e Hezîranê re 3 roj man. Hilbijêrên ku biçin ser sindoqan û deng bidin divê li mohra ser musupa û zerfên dengan baldar bin.    * Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Edeneyê, diyar kirin ku heya deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê ew sindoqan bi parêzin û gotin: “Li dijî pisîkên bikevin trafoyê jî bila di destên we de elektrîka destan hebe.”    * Endamê Komîsyona Hilbijartinê yê HDP’a Yalova Veysel Demîrkaya, diyar kir ku li dijî dizekan amadekariyên wan bi dawî bûn û got: “Gelê Yalova, dê li hemberî kedxwaran xwedî deng û rengên xwe derbikevin.”    * 22 danişîna Doza komkujiya Soma ku 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn dê  li Dadgeha Cezayên Giran a Soma bidome. (09.30)   * Danişîna doza 11 parazvanên mafên mirovan ên ku li Grava Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin û Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxa Tirkiye ya Rêxistina Efûya Navneteweyi dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Navenda Bedlis û Sêrtê tev li mîtîngên HDP'ê bibe. (14.00  - 16.30)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli dê li Mêrdînê beşdarî mîtîngê bibe. (15.00)   * Malbatên Roboskê ji bo kesên di roboskê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne û edaletê bixwaze dê di hefteya 338’an de çalakiya Roboskê berdewam bikin. (16.00)   * Rêxistinên HDP'ê dê bi tevlêbûna namzetan li gelek bajaran xebatên hilbijartinê berdewam bike.