QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir 2017-10-16 19:19:02   REQQA -  Qonaxa dawî ya hemleya rizgarkirina Reqqa ya "Şehîd Ednan Ebû Emced" bi hemû leza xwe berdewam dike. Di operasyonê de taxên Bedû û Sexanî hatin paqijkirin.    Di şerê ji duh ve li çerxerêya Neîm berdewam dikir de, şervanên QSD’ê derbeyên giran li DAIŞ'ê xistin. Îro jî ji danê sibehê heta êvarê şer bênavber berdewam kir. Di encamê de 9 DAIŞ hatin kuştin û 12 DAIŞ teslîm bûn. Di saetên êvarê de jî  şervanan çerxerêya Neîm ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Li derdora nexweşxaneya Wetenî û stada Fotbolê jî şer û pevçûn bênavber berdewam dikin. Li nexweşxaneya Wetenî 15 û li stada Fotbolê jî 10 DAIŞ'î teslîm bûn. Li van deveran 2 wesayîtên bombebarkirî ku hewl dan  êrîşî çeperên şervanan bikin, beriya ku bigihêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin û herdû DAIŞ'î du hundirê erebeyan de hatin kuştin.   Di şer de 3 şervanên QSD’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Li deverên ku şer û pêvçûn lê rû didin de, 237 sivîlên piraniya wan jin û zarok hatin rizgar kirin.    DI DESTÊ DAÎŞÊ DE TENÊ ÇERXERÊYA DEÎM, NEXWEŞXANE Û STADA FUTBOLÊ MAYE   Di şer de taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Taxa Bedû, taxa Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed e. Têkildarî mijarê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ji ajansa me re axivî û da zanîn ku îro tevahiya rojê şervanên QSD’ê pêşketinên girîng bi dest xistine û derbeyên giran li çeteyan dane. Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Şervanên me îro gelek serkeftinên girîng bi dest xistin, taxên di destên çeteyan de mabûn bi tamamî rizgar kirin. Niha di destên çeteyan de Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê mane. Ev der jî hatine dorpêçkirin û heta sibê wê şervanên me van deran jî rizgar bikin."