2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin 2017-10-16 18:45:40 COLEMÊRG - Leşkerên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) yên li Herêma Zapê derketin operasyonê rastî pevçûnê hatin. Di pevçûnê de 2 leşker mirin. Yek jê giran 3 leşker jî birîndar bûn.  Leşkerên TSK'ê yên li Herêma Zapê derketin operasyonê ketin şer. Di şer de 2 leşker hatin kuştin û 3 leşker birîndar bûn. Serfermandariya  Giştî ya TSK'ê têkildarî mijarê daxuayanî da û diyar kir ku li Herêma Zapê teqîn pêk hatiye û şer derketiye. TSK'ê da zanîn ku di pevçunê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û yek jê giran 3 leşker birîndar bûne.