Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike 2025-04-06 13:21:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî peyamek parve kir û got ku meh in hêzên Îranê rê nadin ku ew di girtîgehê de li gel girtiyên din ên jin danûstandinê bike.  Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakan a Îranê tê ragirtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, der barê pêvajoya dadgehkirina xwe û nêzîkatiyên rejîma Îranê de peyamek parve kir.    Şerîfe Mihemedî di peyama xwe de diyar kir ku berpirsên Girtîgeha Lakanê di roja ji dayikbûna wê de jêre ragihandine ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Şerîfe Mihemedî, got: “Di dema lêpirsînê de di jêr îşkenceyê de xwestin ez îtirafên hatine nivîsîn îmze bikim. Lê min nepejirand, ji ber wê careke din hatim îşkencekirin, zirar gihandin rûyê min.”   Di dewamê de Şerîfe Mihemedî got: “Piştî hatim îşkencekirin û serûçavên min reş û şîn bûn, sê mehan ez xistim di hucreya yek kesî de û ez tev li jinên din ên girtîgehê nekirim. Di wê demê de min 14 kîlo dan. Sedema cezakirina min ew e ku zêdetirî 10 sal in endamê komîteya hemahengî û alîkariyê li gel sazî û rêxistinên karkeranim. Min hemû çalakiyên xwe bi awayekî aşkera kirine.”   Di dawiya peyama xwe de Şerîfe Mihemedî ev tişt anî ziman: “Ez heta niha jî nizanim min çi tawanek kiriye ku heta şayenê vî cezayê nedadperweranebim. Lê carek din bihar hatiye û ti zivistanek wê heta hetayî berdewam nebe. Nabe mirov di nava xem û perîşanî de bijî û çok dayne, divê mirov bi hêvî bijî.”   ŞERÎFE MIHEMEDÎ KÎ YE?   Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) ji Urmiyeyê û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî, di Kanuna 2023’yan de bi hêceta “Propagandaya dijî dewletê” hate binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştî wê, di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Lê careke din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşît, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.