Baroya Amedê: Em ê der barê Soylu de serî li rêyên zagonî bidin 2018-06-19 16:56:45 AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu da û diyar kir ku dê der barê Soylu de serî lê rêyên zagonî bidin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu beşdarî bernameyek televîzyonê bû û gef li Baroya Amedê xwar. Soylu, ji ber ku duh Baroya Amedê xwest biçin Pirsûsê lêkolîn bikin walî destûr nedabû. Wezîr Soylu got: “Niha duh li Amedê Odeya Pişesaziyê ya Amedê jî di navde Baroya Amedê odeyên muzahîrê PKK’ê ne. Ez pir aşkere û zelal dibêjim baroya muzahîrê PKK’ê ye". Li hemberî vê gotina wezîr bertek û nerazîbûn zêde dibin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, bertek nîşan da û diyar kir ku ew dê der barê Soylu de serî li rêyên zagoni bikin û wiha got: "Baroya Amedê dê tu carî li hemberî van gefan serî netewine. Ev baro li ku derê Tirkiye dibe bila bibe dê bertek û nerazibûnên xwe yên li dijî îhlala mafên mirovan bîne ziman. Bila bê zanîn ku Baroya Amedê dê tu carî ji rol û misyona xwe ya dîrokî tawîzan nede. Me xwest bi saziyên civakî re bi awayekî bê alî biçin lêkolîn bikin. Me xwest çavdêriyên xwe û tespîtên xwe bikin û civakê ronî bikin.Tu kes nikare bi zimanekî teqez baroya Amedê û saziyên herêmê reş bikin. Bawerim wî hêj baroya me nas nekiriye."    Ozmen herî dawi anî ziman ku karê baroyan ê esasî parastina serdestiya hiqûqî û parastina mafên mirovan e û wiha got: "Em ji wezîrê Karên Hundir re dibêjin. Ger ku tişta me kiribe 'sûc' be çi hewce ye hûn di ekranek televîzyonê de li hemberî 80 milyon mirovan me tawanbar dikin û reş dikin. Ger ku hûn îdîa dikin sûc e wê demê serî li dozgeriyê bidin û der barê me de dozê vekin. Lê li şûna vê yekê hûn bê darizandin me dikin hedef. Ji duh ve em ji hemû sazî û baroyên Tirkiye peyamên piştgiriyê digirin. Em dê li dijî vê neheqiyê serî li rêbazên zagonî bidin"