Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin 2017-10-16 17:49:21   NAVENDA NUÇEYAN – Bi hezaran welatiyên Cizîrê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kirin û rewşa tenduristiya Ocalan xwestin. Li ewropa ji Kurdistaniyan Azadiya Oclaan xwestin    Di çarçoveya çalakiyên banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de, bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo kom bûn û çalakiyek lidar xistin û banga azadiya Ocalan kirin û tecrîd şermezar kirin. Çalakvanan posterên Ocalan, al û sembolên şoreşa Rojava û pankartên bi nivîsên “Bi soz em ê sîstema Îmraliyê ya faşist hilweşînin”, “Ka em azad bi serok Apf bijîn”, “Bimire hêzên komploger”, “Bijî Serok Apo”, “Bi yek dengî jiyan bêyî têkoşer û serok Abdulah Ocalan tune ye.” bilind kirin.   Di çalakiyê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê û şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên saziyên sivîl ên giştî herêma Cizîrê beşdar bûn. Çalakvanan durişmeyên dilsoziya bi Ocalan ên wekî “Bê serok jiyan nabe” “Bijî Rêber APO” “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan” berz kirin. Çalakvanan daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan kirin. Paşê çalakî veguherî xwepêşandanekê û ji pêşiya qada Jinên Azad a navçeya Amûdê dest pê kir û bi durişme û tilîliyên dayîkan di nava kolanên sereke yên bajêr re meşiya û li pêşiya Navenda Ciwanên Rojava rawestiya.   Li vir çalakvanan deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê pakrewanan rawestiyan. Paşê jî li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdulah axivî û berxwedana welatiyan silav kir û wiha got: "18 sal in Rêber Ocalan di zîndanên faşista Tirkiyeyê de ye û di van salên dawî de jî dewleta Tirk serdanên parêzer û malbata Ocalan jî asteng dike. Fikr û felsefeya Rêber Ocalan di wijdanê her mirovekî azad de hatiye çespandin. Gelê Kurd niha di asta herî jor a berxwedanê de ye û dengê xwe li dijî hemû dijminên gelê Kurd  û azadiyê bilind dike, ev jî bi saya hêzên berxwedêr li qadên şer e ku canê xwe fedayî azadî û demokrasiyê kirine û ji fikr û bîrdoziya feylesof Ocalan hêza xwe werdigirin.”   Di çalakiyê de, hevserokê sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selom tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar kir û berxwedana leheng a welatiyên Bakurê Sûriyeyê li dijî hêzên tarî silav kir. Mensûr El-Selom soz da ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe ya ber bi pêkanîna azadî û demokrasiyê ve bidomînin.   Çalakî bi durişmeyên banga azadiya Ocalan û cezakirina Tirkiyeyê û daxwaza eşkerekirina rewşa Ocalan bi dawî bû.   LI EWROPA JÎ AZADIYA OCALAN XWESTIN   Kurdistaniyên li Elmanya, Îskoçya û Îngîltereyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herikîn qadan. Kurdistaniyên li Elmanyayê li Hannoverê dijîn li pêşiya Sefaretxaneya Tirkan ji bo tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin ba hev. Nêzî 400 kes beşdarî çalakiyê bûn û Serokê Meclîsa Hannoverê Ciwan Çewlik diyar kir, heta ku ew ji Ocalan agahiyan werbigirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Li Hîldesheîmê jî wê saet di 17.00’an de mîtîng û meşek were lidarxistin.   EDÎNBURG    Li Îskoçyayê jî li Edînbûrgê Kurd ji bo Ocalan daketin qadan. Bi dehan Kurd li pêşiya Parlementoya Îskoçyayê hatin ba hev û xwestin saziyê navneteweyî ji bo tendirustiya Ocalan têkevin nav hewldanan.   HÛLL    Li Bakurê Îngîltereyê li bajarê Hûllê jî Meclîsa Gel a Kurd daketin qadan û ji bo Ocalan belavok belav kirin û gotin: “Nûçeyên qirêj ên vê dawiyê me dixe nav fikaran. Azadiya Ocalan gelê Kurd di serî de azadiya gelan e.”   Çalakvanan xwestin ku bila hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî were kirin.