'Roja hesab pirsîna hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ye’ 2018-06-19 16:12:13 AGIRÎ – Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di mitînga Bazîdê de axivî û got: “24’ê Hezîranê roja hesab pirsîna peykerê Ehmedê Xanî ya ji qeyûman e.”  Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê di çarçoveya kampanya hilbijartinê de li navçeya Bazîdê mitîng li dar xist. Mitîng li Qada Otogara Kevn pêk hat. Parlamenter û namzeta HDP’ê ya Agiriyê HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Namzet û wekîlê HDP’ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û namzetên HDP’ê yên Agiriyê Kezban Dumlu Ogel û Abdullah Koç tev li mitîngê bûn.    Li gel barîna baranê bi hezaran kes qadê tije kir û hunermend Mesût Gever derket ser dikê û li ber stranên xwe girseyê coşand. Coşek mezin li qadê serdest bû û welatyan bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Zîndanan” berz kir. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Axaftvanan vexwendin ser dikê û gel silav kirin.    ‘BAZÎD DÊ DÎROK BINIVÎSÎN E’    Namzet Abdullah Koç axivî û got: “Em silavê xwe ji girtîgehan re dişînin. Em ji diyarê Ehmedê Xanî ji Girtîgeha Edîrneyê ji wî re silavan dişînin. Wê Bazîd dîrokê binivîsîne.”    'ROJA HESAB PIRSÎNA JI QEYÛMAN E’    Pişt re Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û ev tişt got: “Ev hilbijartinek dîrokî û girîng e. Hûn îro bi wêrekiyek mezin li dijî zilmê derdikevin û xwedî li partiya xwe derdikevin. Berxwedan tenê ne li kolana e. Berxwedana mezin li zîndanan e. Wê 24’ê Hezîranê çarenûsa gelê kurd a çar parçeyan diyar bike. Kurdan tune hesibandin û li ser kurdan polîtîkaya dijminahiya birêve birin. Wê di 24’ê Hezîranê de bibînin ka gelê Kurd kî ye. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê di 24’ê Hezîranê de hilweşînin. Hilbijartina 24’ê Hezîranê tenê hilbijartina parlamenteriyê û serokomariyê nîne. Di heman demê de hilbijartinek û roja hesab pirsîna hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ya ji qeyûman e. Em ê di 24’ê Hezîranê de ji feraseta asîmîlasyonger û înkarger re bêjin oxir be.”    ‘HDP WÊ ERDOGAN RADESTÎ DADGERAN BIKE’    Wekîlê HDP’ê Ertugrul Kurkçu jî axivî û diyar kir ku 24’ê Hezîranê dema dîroka guhertina Tirkiyeyê ye û di berdewama axaftina xwe behsa polîtîkaya AKP’ê ya şer û aboriyê kir. Kurkçu got: “Wê HDP, Recep Tayyîp Erdogan radestî dadgeran bike.”    PÊŞKÊŞVAN BINÇAV KIRIN    Piştî axaftina Kurkçu, mitîng bi dawî bû. Piştî mitîngê Faruk Sefkan ê pêşkêşiya mitîngê dikir bi boneya gotiye “Şehîdên demokrasiyê” ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.