Li Îzmîr û Hatayê ji ber medyaya civakî 16 kes hatin biçavkirin 2018-06-19 16:01:14   ÎZMÎR/HATAY - Li Îzmîr û Hatayê bi hinceta medya civakî operasyon pêk hat û 16 kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Konak, Bayrakli, Urlu, Menemen, Dîkîlî û Torbali yên Îzmîrê, polîsan serê sibê bi ser malan de girtin. Bi hinceta medya civakî di operasyona  pêk hat de 12 kes hatin binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê 12 kes birin Midûryeta Polîsan a Îzmîrê.    Li navçeyên Dortyol û Erzîn ên Hatayê jî, polîsan bi ser malan de girtin, Haşîm Atici, Hayrettîn Tekîn, Adem Sirça û kesekê ku navê wî nehat zanîn, bi hinceta parvekirinên medya civakê binçav kirin. 4 kesên hatin  binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Navçeya Dortyolê.