Waliyê Dersimê ji bo AKP’ê deng xwestin 2018-06-19 14:39:22   DERSIM – Waliyê Dersimê Tuncay Sonel li navçeya Pertekê esnaf ziyaret kir û ji AKP’ê re deng xwestin.    Li tevahiya Tirkiyeyê nerazîbûna partiyên siyasî li dijî bêalîbûna walî, qeymeqam û amirên mulkî didome. Lê li gel vê yekê jî walî û qeymeqam ji rayedarên AKP’ê bêtir dengan dixwazin. Waliyê Dersimê Tuncay Sonel duh li navçeya Pertekê ya Dersimê esnaf û gel ziyaret kir. Walî ji esnaf û gel ji bo AKP’ê deng xwestin.    Serokê navçeya AKP’ê yê Pertekê Hanîfî Kiliç û Serokê Şaredariya Pertekê yê AKP’î Recaî Ural jî bi walî re geriyan û hat zanîn ku bi taybetî walî bênavber propaganda AKP’ê kir û ji bo AKP’ê deng xwesti.