Ji bo yekê veke, hemûyên din girt! 2017-10-16 17:26:35 WAN - Qeyûmê AKP’î ji bo vekirina kolanekê, hemû kolan û cadeyên din li trafîkê girt.  Qeyûmê Şaredariya Wanê yê AKP’î Walî Murat Zorluoglu, ji bo vekirina Kolana Hunerê ku carek din jî vekirîbû, hemû kolan û cadeyên din li trafîkê girt. Ji bo vekirina Kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Ermûşê, polîsan bi maşîneyên zirxî hemû kolan girtin. Kolanên li trefîkê hatin girtin, welatî xistin nava zoriyê.