‘Frênên AKP’ê teqiya wê bi teqe’ 2018-06-19 12:03:38   MELETÎ – Namzetên HDP’ê yên Meletiyê li navçeyan çû serdana gel. Ji namzetan Kemal Gedîk ji AKP’ê re got: “50 hezar ton li kamyonê bar kirine. Xwe berjêr kiriye. Frênên wê germ bûne, teqiya wê bi teqe.”    Namzetên HDP’ê yên Meletiyê çûn serdana taxên navçeyên Arguvan û Arapgîrê. Hevseroka HDP’ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya, namzetên HDP’ê yên Meletiyê Mehmet Tuncel, Kemal Gedîk, Yusuf Bozkuş, Jiyan Taş, Huseyin Kiliç û rêveberên partiyê çûn serdanê.    ‘HDP TIRSA DILÊ WAN E’   Namzetê HDP’ê Mehmet Tuncel di serdanê de axivî û diyar kir ku herî zêde AKP ji  HDP’ê ditirse û got: “HDP tirsa xewna wan e. Heke em di bin bendê de bimînin wê rojên tarîtir werin. Ji bo em di bin bendê de nîmin em dixwazin hûn piştevaniyê bidin HDP û Demîrtaş.”    ‘FRÊNÊN WAN LI BER TEQÎNÊ NE’    Namzet Kemal Gedîk jî bal kişand ser aloziya aborî ya li welêt û got: “Mazot bûye 6 TL. Beriya niha bi 16 salan min genim bi 86 qirûşî difirot. Hêj ceh û genim negihîştiye lîreyekî. Ev zilam êdî nikare vî welatî birêve bibe. Ji ber vê yekê jî diçe hilbijartina pêşwext. 50 hezar ton li kamyonê bar kirine. Xwe berjêr kiriye. Frênên wê germ bûne, teqiya wê bi teqe.”