Rapora Kesê Zana: Polîs bi 'zanebûn' nekiriye 2018-06-19 11:14:14 AMED – Kesên Zana rapora der barê bûyera ku polîsan li Geverê di sala 2016'an de ji maşîneya zirxî gule li dorê reşandin û 4 sivîl qetilkirin aşkere kir. Di raporê de diyar kirin ku maşîne bê arîze ye, lê polîs ketiye nava panîkê û bi zanebûn nekirine. Parêzerên mexdûran jî diyar kirin ku ev rapor ji bo parastina bersûcan e. Polîs Î.M., di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ji maşîna zirxî li ser welatiyan gule reşandibû û 4 sivîl kuştibûn, 2 sivîl jî birîndar kiribûn. Polîsan di 8'ê Cotmeha 2016'an de li ser Kolana Cengîz Topel a naveçeya Geverê ya Colemêrgê, ji maşîneya zirxî ya kobra gule reşandin. Di bûyerê de Serhat Buldan, Rahmî Safahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn, Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Doza der barê polîs Î. M. de hat vekirin, bi sûcdariya "Bi zanebûn kuştiye" heta 15 salan ceza jê re tê xwestin. Polîsan ji Maşina plakeya wê 30 A 0593 ya bi kodê Orman a aydi Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Colemergê gule li ser sivîlan reşandibû. Polîsan gule ji çeka li ser kuleyê ya maşîneyê reşandibûn. Salek û 9 meh di ser kuştinê re derbas bûn.    Têkildarî bûyerê Kesên Zana rapor amade kirin. Doza bûyerê bi hinceta ewlehiyê sewqî 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kiribûn. Dozger bêyî agahî bide malbat û parêzerên malbatê li cihê bûyerê lêkolîn kiribûn û di 11'ê Nîsanê de li ser maşîna ku li ser sivîlan gule raşandibûn lêkolîn kiribûn. Parezeran xwestibûn ji nûve keşif bê kirin. Lê heyeta dadgehê daxwaza malbat û parêzeran ku ji nûve keşif bê kirin red kiribû.    Piştî kesên zana rapora ji 8 rûpelan pêk tê amade kir, ji heyeta dadgehê re şandin. Hat dîtin ku di raporê de tiştekî cuda tune ye. Di raporê de hat diyar kirin ku li ser maşînê lêkolîn kirine û di maşineyê de arîze nedîtine. Di raporê de hat diyar kirin ku di milê teknîkî û fîzîkî de pirsgirêk tespît nekirine.  Di rapore de hat zanin ku emniyeta çekê ya ji teqînê re amade vekirî maye û ev yek di ekranê de xuya dike. Di raporê de hat zanin ku kemasiyên teknîkî yên bi vî rengî pêkan in û polîsê çek bikar anîye ne bi zanebûn gule reşandiye. Tiştekî bi zanebûn nehatiye kirin.    Kesên zana di raporê de angaştin ku ne qisûra maşînê û ne jî qisûra polîs heye û bûyer bi zanebûn pêk nehatiye û bêhemdî pêk hatiye û polîs ketiye nava panîkê.    PARÊZER DÊ ÎTÎRAZ BIKIN   Parêzerên mexdûran diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin û dê raporê îtîraz bikin û serî li rayedarên eleqeder bidin.    MA / Deniz Tekin