Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe 2018-06-19 10:41:17   WAN – Serokomar Erdogan dê îro tev li mitînga xwe ya li Wanê bibe. Welatiyên Wanê diyar kirin ku dê 24’ê Hezîranê bibe dawiya desthilatdariya Erdogan û gotin: “Ev hatina wî ya dawî ye. Bila tamê jê derxe. Çawa bibe jî jixwe êdî dê nikaribe were vir.”    Welatiyên Wanê çûyîna Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a Wanê nrixand. Waniyan da zanîn ku 16 sal e Erdogan ji wan re bizmerek li cihekî nexistiye û gotin: “Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatina wî ya dawî ye. Bila tamê derxe.”    'JI KURDAN RE DÊ BÊJE ÇI?'   Ji welatiyan Necat Sonmez destnîşan kir ku wan tu feydeyê ji Erdogan nedîtiye û got: “Erdogan ji bo gel biaxîpîne tê Wanê. Em naxwazin were Wanê. Ewqas mirov mirin, dê were ji Kurdan re çi bibêje?”    ‘JI BO XAPANDINA GEL TÊ’    Ji welatiyan Osman Dîndar jî anî ziman ku ew naxwazin Erdogan bê bajarê wan û got: “Mirovek dijminahiya mirovan bike em naxwazin bê vir. Her tim dibêje ‘kurd birayên min in.’ Lê çiqas xerabî hene bi serê kurdan ve tîne. Rojnamegeran digire û rêberên me digire. Nahêlin kurd konekê li cihekî deynin. Bila êdî ji bo xapandina gelê me neyê. Kesek derewan dike û zilmê dike divê kes li pey neçe. Bila gelê kurd xwe nas bike û bes li pey wan diçin.”    '16 SAL E JI BO WANÊ ÇIKIRIN?’   Mehmet Uçar jî got: “Em wî naxwazin. Hemû axaftina wî li ser kuştina kurdan e û HDP’ê di bin bende bihêle ye. 16 sal e ji bo Wanê çi kiriye. Wê were behsa çi bike?”    ‘DÊ DUBARE BIKE’    Feyat Erbek jî diyar kir ku Erdogan dê dîsa tiştên her carê li Wanê dubare bike û ew naxwazin Erdogan biçe Wanê.    'EM Ê ÇEND ROJÊN DIN BÊJE OXIR BE’    Rasîm Uyar jî wiha got: “Em ê qet neçin mitînga wî. Em naxwazin ew êdî di televîzyonan de jî derkeve. Wê ji bo xapandina gel were. Lê êdî nikarin gel bixapînin. Jixwe ev hatina wî ya dawî ye. Em ê çend rojên din jê re bay bay bikin. Li Wanê tu berhemek wî nîne.”    'HATINA DAWÎ YE’   Esnafê bi navê A.Y. jî da zanîn ku ev hatina dawî ya Erdogan e û got: “Wê hilbijartina 24’ê Hezîranê bibe dawiya desthilatdariya Erdogan. Ev hatina wî ya dawî ye. Bila tamê jê derxe. Jixwe dê êdî hefteyek şûn ve nikaribe were van deran. Êdî kes ji wî û derewên wî bawer nake.”    MA / Mujdat Can