QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn 2018-06-19 10:40:37   EFRÎN – Piştî operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiye zilm û zordariya li ser gelê Efrînê berdewam dikin. Li dijî vê yekê şervanên QSD’ê çalakî li ser çalakî li ser noqteyên çeteyan pêk tînin. Hat zanîn ku QSD'ê di çerçoveya pêngava duyemîn de di nava hefteyekê de 8 çalakiyên bi bandor pêk anîn gelek kesên zilm û zordariyê dikin tespît kikin û ceza kirin.    Piştî Tirkiye li dijî Efrînê operasyon pêk anî, polîtîkaya guherandina demografî, talanî, dizî, revandina mirovan, îşkence, zilm û zordarî didome. Herî dawî jî dest bi şewitandina zevî, bax û bexçeyên gelê Efrînê kirin. Beranberê vê jî hêzên QSD’ê di pêşengtiya YPG/YPJ’ê de bi rêbaza şerê gerîla di çerçoveya ‘Pêngava Duyemîn’ de çalakî li ser çalakiyan pêk tînin. Hat destnîşankirin ku piraniya çalakiyan li ser komên çekdar ên ku taybet zilm û zordarî li ser gel dikin ji aliyê şervanan ve hatine tespîdkirin pêk tê.    DI HEFTEYEKÊ DE 8 ÇALAKÎ PEK ANÎN    Di çerçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrîn û navçeyên wê yekîneyên YPG û YPJ’ê bi rêbaza gerîlatiyê tevdigerin. Li dijî komên çekdar û leşkerên girêdayî Tirkiye bi bandor pêk tînin. Li gor agahiyan şervanan di nava hefteyekê de 8 çalakî yên cur bi cur li dijî komên çekdar pêk anîn. Hat diyarkirin ku di encama van çalakiyan de gelek komên çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.  Piştî operasyona li dijî Efrînê, komên çekdar gelek welatî revandin, îşkence kirin, kuştin, birîndar kirin û herî dawî jî şewitandina zevî, bax û bexçeyên welatiyên Efrînê pêk tîne. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ kesên di nava komên çekdar de bi taybet zilm û zordariya li ser gel dikin tespît dikin û çalakiyan pêk tîne. Şervanan ku tenê di nava hefteya dawî 8 çalakiyan pêk anîn, di nava van de yê herî bi bandor wiha ne;    Di şeva 13’ê hezîranê li ser riya di navbêra gundên Qîmarê û Beradê yên girêdayê navçeya Şêrawa, şervanan seyareyeke leşkerî ya koma çeteyên Firqet Hemze hedef girtin û di encama çalakiyê de seyare tevî 3 çeteyên tê de hate îmhakirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin Mistefa El Ebdillah, Mihemed Xalid el Mehmûd (Cebel Zawiye), Ehmed Ebu Cerrah in. Hat zanîn ku ev çete yê herî zêde îşkence, revandin, talanî û şewitandina mal û milkên Efrîniyan kirine û hatine tespîdkirin piştî şopandinê çalakî hatiye lidarxistin.      Hat destnîşankirin ku rojek piştre di 14’ê hezîranê de ji aliyê yekîneyek din a şervanên YPG/YPJ’ê ve piştî şopandinê yekîneyek ji artêşa tirk û çeteyên girêdayên wê yên li gundê Xalta ya navenda bajarê Efrînê sekinîbûn bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de seyareyekê leşkerî hate îmhakirin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê seyareyekê zirxî ya ku xwest mudaxele bike ji alî yekîneya şervanan ve hate hedefgirtin û seyare tevî çeteyên têde hate îmhakirin. Hejmara çeteyên ku di seyareyê de hatin kuştin tam nehat zelalkirin.     HETA NIHA 2 HEZAR Û 479 leşker û KOMÊN ÇEKDAR HATIN KUŞTIN   Rayedarên QSD’ê diyar kir ku ji destpêka êrîşên li ser Efrînê heta niha bi gihişt 2 hezar 479 leşker û endamên komên çekdar hatin kuştin. Li gor fermandarek ji yekîneyên YPG/YPJ ya di Efrînê de ji me re ragihand, ew dê çalakiyên xwe yên taybet ên li ser leşker û çeteyên ku zilm û zordariya li ser gel bike wê bên şopandin û bi çalakiyên taybet bêne cezakirin.   MA / Erdogan Altan