HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê 2018-06-19 09:58:22 ÊLIH – Rêxistina HDP'ê ya Êlihê xebatên ji bo parastina sindoqan û gel bibe ser sirdoqan berdewam dikin. Rêxistina HDP'ê, dê 7 hezar hilbijêrên karker ên li Manîsa û Meletiyê kar dikin û koçerên sozanên Serhedê bînin ser sindoqan da ku karibin dengê xwe bidin.  Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 5 roj man. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê komîsyon ava kirin û ji bo welatiyên çûne dervê bajar kar dikin û sozanan bînin ketin nava hewldanan. Rêxistina HDP'ê li Êlihê Komîsyona Hilbijartinê ya Bi Tevger ava kir û ev komîsyon ji bo hilbijêrên li derve bîne ser sindoqan ket nava lev û tevgerê. Komîsyon ji bo 7 hezar hilbijêrên li derve kar dikin bînin ser sindoqan dixebitin. Berpirsiyarê Komîsyonê û Rêveberê HDP'ê Necmi Dîlmaç, bal kişand ser rewşa hilbijartinê û bajar û wiha got: "Em dê 7 hezar hilbijêrên li derve ji bo dengê xwe bidin bînin Êlihê. Vana hilbijêrên Êlihê ne û ji bo kar koç kirine. Karkerên çandiniyê û demsalî ne. Ji bo 7 hezar hilbijêrên li derve di 24'ê Hezîranê de vîna xwe nîşan bide û dengê xwe bavêje sindoqê em dê hemû derfetên xwe ji bo wan seferber bikin. Yên ku me niha hêjmara wan tespît kiriye 7 hezar kes in. Yên ku me destîp nekiribin jî dikarin ji bo wan serî li me bidin. Ji bo çûn û hatina wan mesref û heqê rêya wan dê HDP bide ser xwe. Em dê karkerên li Manîsa û Meletiyê çûne kar û koçerên çûne Zozanê Serhedê ji bo dengê xwe bikar bînin bînin Êlihê."    Dilmaç, bal kişand ser daxuyaniyên Serokomar Erdogan û gefên wî yên li diji HDP'ê û wiha got: "Ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin her tiştî dikin. Lê em dê daxwazawan di qirika wan de bihêlin. Me hemû detbîrên xwe girtine. Divê hilbijêrên me jî hestiyar tev bigerin û teqez biçin dengê xwe bavêjin."