Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê 2018-06-19 09:15:00 STENBOL - Berdevkê Înîsyatîfa Gaveke Din (Bir Adim Daha Înisyatifi) Hakan Ozturk, diyar kir ku piştî hilbijêran dengê xwe de divê neçin malên xwe û got: "Peywira me tenê ne dengdayîn e, di heman demê de xwedîderketina li dengan e jî."  Piştî îktîdarê biryara hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de, hin saziyên civaka sivîl û kesên girîng hatin gel hev û Înîsyatîfa Gaveke Din ava kirin. Berdevkê înîsyatîfê Hakan Ozturk derbarê xebatan de agahî dan.    Ozturk diyar kir ku wan li ser tespîta ku ev hilbijartin pir krîtîk e û ji bo îtirazî rejîma yekzilamiyê bikin û ji bo HDP bendê derbas bike wan biryara daye ku înîsyatîfê ava bikin û bi awayekî serbixwe bixebitin. Ozturk, anî ziman ku her wiha hedefeke înîsyatîfê jî ew e ku namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dengekî zêde bigire.    ‘ÇI JI DESTÊ ME TÊ EM DIKIN'    Ozturk behsa xebatên xwe yên heta niha kirine kir û got: "Hem ji bo morlagirtinê hem jî ji bo moraldayînê me li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattin Demirtaş kir. Paşê piştî veguhastina sindoqan ket rojevê ji bo îtirazkirina vê yekê me hin çalakî organîze kirin." Ozturk bilêv kir ku di vî warî de ji bo destekkirina HDP û Selahattin Demirtaş çi ji destê me tê em dikin."    Ozturk ji bo ewlehiya hilbijartinê jî got: "Hin hevalên me yên di nav Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê de cih digirin di nav Înîsyatîfa Gaveke Din de jî cih girtin. Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê di warê ewlehiya hilbijartinê de xebatên cidî bi rê ve dibin. Hevalên me yên di Înîsyatîfa Gaveke Din de cih digirin ji bo ewlehiya hilbijartinê û ji bo deng bi awayekî ewle bên bikaranîn tev digrein. Yanî em hem di vî warî de hem jî di wî warî de tev digerin. Niha herdu bi awayekî pararlel tên birêvebirin."    'XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN JÎ PEYWIRA ME YE'    Ozturk diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye û got: "Piştî me dengê xwe avêt, wekî ku tu şik û guman tune bin, divê em neçin malê. Em dibînin ku her roj hîle û xurde tên kirin. Peywira me tenê ne dengdayîn e, di heman demê de xwedîderketina li dengan e jî. Divê em vê yekê heta dawiyê bi cih bînin."      MA / Sadiye Eser