Mehmet Şenyaşar hat berdan 2018-06-18 23:19:40   RIHA - Mehmet Şenyaşar ku bavê wî û 2 birayên wî hatin kuştin û birayekî wî jî hat girtin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.    Mehmet Şenyaşarê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê bavê wî û du birayên wî di encama êrîşa çekdarî ya Namzetê AKP'ê yê Rihayê Halîl Yildiz û xizmên wî de hatin kuştin û birayekî wî jî hat girtin, dema li Dîlokê ji Nexweşxaneya Dewletê ya 25'ê Kanûnê hat tabûrcûkirin bi fermana dozgeriyê hatibû binçavkirin. Ji bo karên îfadeyê Şenyaşar anîn Edliyeya Rihayê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Şenyaşar û diya wî Emîne Şenyaşar hatin berdan. Ji bo rapora tiba edlî Şenyaşar û diya wî birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.     Hat diyarkirin ku dê dozgerî ji bo keşfê Şenyaşar û diya wî Emîne Şenyaşar bibe cihê bûyerê.