307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP 2018-06-18 21:46:34   ÎZMÎR - Li Îzmîrê 307 rewşenbîr û demokrat deklerasyoneke hevpar parve kirin û di deklerasyonê de gotin ew ê di 24’ê Hezîranê de destekê bidin HDP’ê û namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.   Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya parlemento û serokkomariyê li Îzmîrê hiqûqnas, akademîsyen, mamostayên ji kar hatibûn derxistin, karker û gelek derdorên din jî di nav de 307 rewşenbîr û akademîsyen ragihandin ku ew ê destekê bide Partriya Demokratîk a Gelan (HDP).   Prof. Dr. Nîgûn Toker, Prof. Dr. Ayşen Ûysal, Dr. Derdar Tekîn, Prof. Dr Cem Terzî ên ji ber îmzekirin danezana ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’ ji akademiyê hatibûn dûrxistin û parêzer Arîf Alî Cengi, parêzer Abdulhadî Çetîn, Hunermed Îlkay Akkaya, Şehabal Şenyûrt jî di nav de 307 rewşebîr û akademîsyen ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê deklerasyoneke hevpar weşandin û di deklerasyonê de destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP û namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.  parvekirin. Rewşenbîr û akademîsyenên li Navenda Kongreya Tepekûleyê hatin cem hev û li ser navêw an Ûysal û Tekîn dekelerasyon xwendin.   Di deklerasyona ku bi sernavê ‘Dengê me ji bo Demîrtaş û HDP’ê ye’ hat xwendin hate diyarkirin ku êdî desthilata heyî nikare welat bi rê ve bibe. Di deklerasyonê de hate bibîr xistin ku hewldana bi cihêkirina civakê, sorkirina nîjatperestiyê û li welat peydakirina nêvenga şer û geşkirina şer, nikare desthilatê li ser piyan bihêle. Di deklerasyonê de ev tişt hate gotin: “Girtina biryarên ku jiyana 80 milyon kesî têkildar dike, domdarkirina Rewşa Awarte, di rewşa ku destûra bingehîn û hiqûq hatî tunekirin de êdî nikare bê domandin. Îro gelê Tirkiyeyê tiştekî ji bo desthilatê dibêje, ew jî TEMAM e. Em ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de destekê bidin namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê. Ji ber ku HDP dixwaze ji bo aştî, edalet û demokrasiyê siberoja Tirkiyeyê ji nû ve ava bike têdikoşe. Ew partî ye ku em ê bi hev re bi ser bikevin. Li Îzmîr, Aydin, Mugla, Manîsa, Ûşak û Denîzliyê dengên ku ji bo HDP’ê biçin, dê dawî li zextan bîne û dê bendê hilweşîne. Em destekê didin Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê, ji ber ku dê bi me bê guhertin.”