Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin 2017-10-16 15:29:57 XERPET - Xizmên girtiyan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ê li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê dan û diyar kirin ku ew ji tendirustiya girtiyan bi fikarin.  Malbatên girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê, li dijî binpêkirinên mafan û ferzkirina nasnameya li ser girtiyan, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Xerpetê civîna çapemeniyê li dar xistin.  Hevjînê Şengul Mehmetoglu, Hayatî Mehmetoglu ya li Girtîgeha Xerpetê, diyar kir ku tim bi pêkanînên dij mirovî di rojevê deye. Mehmetoglu, da zanîn ku li hemû girtîgehên Tirkieyeyê ev bêmafî hene û wiha axivî: "Lê li Xerpetê bi dijwarî bê mafiyan pêk tînin. Di salên sayî de girtiyên jin dernakevin hevdîtinê. Me bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kir, lê bersîva me nedan. Em îro jî çûn girtîgehê. Ji girtîgehê dengê qêrîniya mirovan tê. Têkildarî xizmên me yên girtî fikarên me hene. Me nagirin hevdîtin.”     ‘JI BO CEZA BIDIN RENGÊN KINCAN DIKIN HINCET’   Mehmetoglu, anî ziman ku ji bo ceza bidin girtiyan rengên kincan dikin hincet û wiha got: “Berî du hefteyan têkildarî mijarê me serî li Serdozgeriya Komarê da. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ji bo ceza bidin rengê kincên girtiyan dikin hincet. Em vê yekê qebûl nakin. Divê rayedarên girtîgehê bersivek erênî ya em pê bawer bikin,  bide me. Tim cezayê hevdîtinên didin girtiyan. Ma ev cezayê çine? Çima van cezayan didin wan? Em nizanin. Kamera li hin odeyên jinan bi cih kirin. Cezayê disîplînên didin jinên ku van kameran îtîraz dikin.”    ‘MIDURÊ NÛ BERPIRSIYARE’   Mehmetoglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger rayedarên girtîgehê dibêjin “em ne erkdarin” wê demê divê Serdozgeriyê Komarê erka xwe cih bîne. Ger Serdozger jî erka xwe nayîne cih, wê demê divê Wezareta Dad bikeve nava liv û tevgerê. Divê dimildest dest ji van pêkanînan berdin. Midurê ku nû hatiye girtîgehê van pêkanînên keyfî dike. Bi tu saziyan re em naxwazin bên beramberî hev. Ger tiştek bê serê girtiyên me, tişta ji destê me were em ê bikin û serî li AÎHM’ê bidin.”