Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên 2018-06-18 16:47:19   ENQERE -  Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder bi namzetên HDP’ê re çûn serdana dikandarên Ulus a Enqerê û got: “Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên.”   Namzetên HDP’ê yên Enqerê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, çûn serdana dikandarên Enqerê. Namzetên Enqerê Nuray Turkmen, Îpek Gur û Rojen Mamo îro li Ulusê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder jî beşdarî xebatên namzetan bû.    ‘EM Ê BI HEVRE QEZENC BIKIN’   HDP’î çûn serdana dikandarên Qada Ulusê, pirsgirêk û daxwazên dikandaran guhdar kirin. Dikandaran eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan.   Dikandarên li Halî Ulusê aciziyên xwe yên krîza aborî anîn ser ziman û gotin: “Demîrtaş dê bibe serok û hemû pirsgirêk bi dawî bibin.” Namzetan jî, diyar kirin ku ewê bi hevre qezenc bikin.    ‘KAMPANYEYA HILBIJARTINÊ YA HERÎ REHET BÛ’   Yek ji dikandarên Sirri Sureyya Onder ê HDP’î pêşwazî kir, derbarê rewşa aboriyê de gazincên xwe anîn ser ziman û hevalekê xwe nîşan da û got: “Mêze bikin ev hevalê min muhendisê enerjiye ye, lê ligel vê yekê jî li Halî Ulusê garisan difiroşe Ka lê binirên em ketine çi rewşê.”   Dikandarekê halê jî ji Onder pirsa “Gelo hûn çima nebûn namzet?” pirsî. Onder jî got ku “Ez ê êdî bêm halê gel we.”   Onder piştî serdana dikandaran axivî û wiha got: “Bi namzetên HDP’ê yên Enqerê re em çûn serdana dikandaran. Hûn kedkarên çapemeniyê weke we jî dît, gel eleqeyek mezin nîşanî me da. Em dikarin bêjin, ji bo me kompanyaya hilbijartinê ya herî rehet bû. Ji ber ku em berê diçin, lê niha  dema gel me dibîne, ew tên gel me.”