Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê 2018-06-18 15:57:25 AMED – Namzetên HDP’ê yên Amedê banga mitînga li Amedê di 20’ê de bê lidarxistin kirin. Namzetan got ku ew ê bibin lehî û biherikin û li qadê yekîtiya kurdan nîşanî Erdogan bidin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 20’ê hezîranê de li Qada Îstasyonê mitînga mezin li dar bixe. Mitîng wê saet di 18.00’an de dest pê bike û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik û namzetên HDP’ê yên Amedê wê tev li mitîngê bibin û axaftinan bikin. Dê hunermend Mem Ararat û Koma Pel jî derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî gel bikin. Namzetên HDP’ê yên Amedê banga mitîngê li gel kirin.    ‘EM Ê DENG BIDIN EDÎRNEYÊ’    Namzetê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan got: “Em ê jî Qada Îstasyonê dengê xwe bigîhînin Girtîgeha Edîrneyê cem Selahattîn Demîrtaş. Em bi ruhê mitînga 5’ê Hezîranê ya Amedê gel vedixwînin mitînga di 20’ê hezîranê de.”    ‘BI COŞA CIWANAN Û HÊZA JINÊ EM BIHERIKIN QADÊ’    Namzeta ciwan a Amedê Dersim Dag jî bang li jin û ciwanan kir û got: “Em reng û dengê xwe û bi hêza jin û coşa ciwanan biherikin Qada Îstasyonê.”    ‘JI BO EM TECRÎDÊ BIŞKÊNIN’    Namzet Mehmet Temîzyuz jî anî ziman ku ji bo ew dengê xwe bilind bikin dê biherekin Qada Îstasyonê û got: “Ji bo em tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkênin, girtiyan azad bikin û azadiyê bînin Rojhilata Navîn divê hemû gelê wek lehiyê biherike qadê.”    ‘EM BIBIN LEHÎ Û BIHERIKIN’    Namzet Selçuk Mizrakli jî vê bangê kir: “Me hêrsa xwe, sebra xwe û dilpakiya xwe berhev kiriye. Em ê vê hêrsê di 24’ê Hezîranê de biherikînin ser sindoqan. Lê beriya wê jî em di 20’ê Hezîranê de hemû bi hev re wek lehiya baranê ji bo demokrasî, azadî, welatîbûna wekhev û aştiyê biherikin Qada Îstasyonê û bi coş bibin.”    ‘EM Ê YEKÎTIYA KURDAN NÎŞANÎ HEMÛ CÎHANÊ BIDIN’    Namzeta rêza 12’emîn Ferda Fahrîoglu Akin jî gotinên Erdogan ên “Pirsgirêka kurd nîne” bibîr xist û wiha got: “Wê gelê Amedê di 24’ê Hezîranê de biçe ser sindoqan û wê bêje ‘Li Amedê ne AKP heye û ne jî cihê Erdogan heye.’ Em ê navê wan wek tabelayê bihêlin. Di 20’ê Hezîranê de li şûna mitînga Erdogan ku van gotinan anî ziman mitînga me heye. Em ê li vê qadê yekîtiya kurdan nîşanî hemû cîhanê bidin.”