TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin 2018-06-18 15:36:42 ENQERE - Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman, xwest ku biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û kuştina 2 kesên malbata Şenyaşar li cihê bûyerê lêkolîn bikin.    Konseya Navendî ya Yekitiya  Bijîşkên Tirk (TTB) derbarê kesên malbata Şenyaşar ên li nexweşxanê ji aliyê xizmên namzetê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin de li avahiya Konseya Navendî civîna çapemeniyê  pêk anî.        Li ser navê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman daxuyanîda û ji malbata Şenyaşar re sersaxî xwest. Adiyaman, bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku ewlekariya nexweşxaneyan baş bigire û wiha got: “Ji bo rastî demildest derbikeve holê, piştevaniya hemû bijişk û xebatkarên tenduristiyê û ewlekariya nexweşxanê, em dixazin destûr bê dayîn ku em biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û lêkolin bikin.”