Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye 2018-06-18 15:22:39   AGIRÎ - Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê li navçeya Panosê mîting pêk anî. Di mîtîngê de Namzetê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, xitabî Serokomar Erdogan kir û wiha got: “Destê te di xwîna gelê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Efrînê de heye. Yê destbixwîn ne Demîrtaş e. Yê dest bi xwîn Erdogan tu bi xwe ye."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê li navçeya Panosê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de mîtîng pêk anî. Mîtîng li kolana PTT'ê hat lidarxistin. Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemir, Kezban Dumrul Ogel, Berdan Ozturk û Abdullah Koç amade bûn. Girseya ku li qada mîtingê kom bûn bê navber dirûşmeyên "Ji Demirtaş re azadî" berz kirin.    'GELÊ AGIRIYÊ DÊ BERSÎVÊ BIDE AKP'Ê'    Ewil namzeta HDP'ê Kezban Dumlu Ogel  axaftin kir û siyasetmedarên girtî silav kir. Ogel, diyar kir ku dikarin Selahattin Demirtaş bavêjin zindanê, lê dê tu car nikaribin milyonan bavêjin zindanan û wiha got: "Hêzên ku piştî 7'ê Heziranê ketin nava tevgerê, nefreta li dijî kurdan zêde dikin. Dixwazin beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê duyemîn komkujiya Pirsûsê pêk bêk bînin. Divê gelê kurd ji her carê bêtir bi biryar destê xwe dîne ser wîcdanê xwe û biçe ser sindoqê. Gelê Agiriyê dê di 24'ê Hezîranê de bersîva AKP’ê bide."    EM DÊ DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN   Parlamenter û namzeta HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir jî diyar kir ku ew dê bi hevre di 24'ê Hezîranê de govenda azadiyê bigerînin û wiha got: “Ji kesên ku dengê xwe didin AKP’ê re bêjin AKP û MHP yek e. Aqilê Erdogan Bahçelî ye. Bahçelî dibêje û Erdogan dike. We Pirsûs dît. Li Pirsûsê komkujî kirin. Em dê di 24'ê Heziranê de wan têk bibin û bi hevre govenda azadiyê bigerînin.    'DESTÊ ERDOGAN DI XWÎNA GELÊ CIZÎR SÛR Û NISÊBÎNÊ DE YE'   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Namzetê HDP'ê yê Agiriye Berdan Özturk jî berê tîrê xwe da Erdogan û wiha got: "Di serdema îktîdara AKP'ê de bajarên Efrîn, Sur, Nisêbîn û Şirnex hatin xerakirin. Di jêrzemînên Cizîrê de mirov hatin şewitandin û kuştin. Kurd vê yekê tu carî ji bîr nakin." Ozturk bang li Erdogan kir û got: “Destê te di xwîna gelê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Efrînê de heye Tayyip Erdoğan! Ne destê Demîrtaş, destê te di xwînê de ye. Yê dest bi xwîn tu yî. Erdogan got pirsgirêka kurd tune. Lê em li vir in. Kurd avêtin zindanê. Lê dîsa em li vir in. Gel dê di 24'ê Hezîranê de vî hesabî ji we bipirse."