‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’ 2017-10-16 15:00:02 AMED – Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk êrîşên li dijî Kerkûkê nirxand û aşkera kir ku li pişt van êrîşan Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û DYA heye, Îmam Taşçier ê HDP'î jî ev tişt got: "Dema cezakirina kurdan bê rojevê, divê hemû partî û hêz bibin yek." Piştî Herêma Federal a Kurdistanê di 25'ê Îlonê de referanduma serxwebûnê pêk anî, di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û rêveberiya Kurdistanê de nîqaşên hişk dest pê kir û ev veguherî pevçûnê. Hêzên Haşdî Şabî yên girêdayî Artêşa Iraqê di saetên şevê de ketin Kerkukê û dest bi êrîşan kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk encamên piştî referandumê û dijimnahiya li dijî kurdan nirxand û ev tişt got: "Di serî de Tirkiye, gefên li dijî referanduma kurdan dewam dike. Ev daxuyaniyên Tirkiyeyê bi vekirî kînê bi pêş dixe. Ev êrîşa îro li Kerkûkê tê wateya bila 'Kurd nebin xwedî statuya xwe' ye. Ji xwe gotina Kerkûk bajarê tirkmenan e bi serê xwe xeta ye. Kerkûk ne bajarê tirkmenan e."   ‘LI PIŞT ÊRÎŞAN TIRKIYE HEYE’   Ozturk aşkera kir ku êrîşa li dijî Kerkûkê êrîşa li dijî kurdan e û wiha axiv: "Bi vê êrîşê dixwazin vîna kurdan tune bikin. Li pey van êrîşan Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û DYA heye. Hêzên emperyalîst li dewlemendiyên binerdî yên li Kerkûkê mêze dikin. Em ne dewlemendiyên bin erdî, dewlemendiyên ser erdî yên mirovahiyê mêze dikin."   ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’   Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçiner jî piştrast kir ku Heşdî Şabî demek dirêj bû amadekariya şer dikir û wiha pê de çû: "Dema DAIŞ'ê êrîşê Kerkûkê kir, hemûyan hişt û revîn û bi taybetî kurdan Kerkûk parast. Haşdî Şabî ji bo van herêman bigire amadekarî dikir. Ji xwe referandum jî ji bo wan bû hincet. Bi vî hesabî êrîş kirin." Taşçiner da zanîn ku Kerkûk û der û dora wê cihên nîqaşkirî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî Kerkûk jî tev li referandumê kirin, beşeke zêde ya gel tev li referandumê bû. Kesên ev hezim nekirin êrîş kirin. Hikumeta Iraqê dixwaze dest dayne ser cihên bi nîqaşî. Hikumeta Iraqê bi hêza Şîî ya Haşdî Şabî van êrîşan pêk tîne. Her kes benda vê êrîşê bû. Ya girîng ew e kurd di navbera xwe de yekitiyê çêkin. Divê ev li qadê bê kirin. Her çendî hêzên PDK, YNK û HPG'ê bi fermî tune bin, dikarin bikevin tevgerê û yekitiyê saz bikin. Berjewendiyên partiya derbasdar in, yên gel mayînde ne. Lê dema cezakirina kurdan tê rojevê, hemû partî û hêz dibin yek."   ‘DAIŞ Û HAŞDÎ ŞABÎ BI HEV RE NE’   Taşçıer êrîşên pişt perdeyê jî nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Kerkûkê ereb, tirkmen, kurd û gelek netew heye. Lê ji dîrokê heta niha Kerkûk bajarê kurdan e. Hemû dewlemendiyên binerdî yên Kerkûkê bala hêzên serdest dikişîne. Berê jî li Kerkûkê gelek êrîş pêk hatibûn. DAIŞ'a xwe wekî sunnî îlan kiribû jî êrîşê bajarê sunniyan Kerkûkê kiribû. DAIŞ û Haşdî Şabî heta niha nehatin hemberî hev, lê dema mijar bibe kurd dibe sibê hemû êrîş bikin. Sibê DAIŞ û Haşdî Şabî bibin yek û êrîşê kurdan bikin şaş nebin."