Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin? 2018-06-18 14:55:56   MÊRDÎN - HDP’ê di çarçoveya mitîngên navçeyên Mêrdînê de ya destpêkê li Qoserê li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn û bertek nîşanî bûyera li Pirsûsê dan. Namzetên bajêr, bal kişandin ser kirinên Çîller a beşdarî mitînga AKP’ê bû û gotin “Ma zilma wê tê ji bîrkirin?”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, dest bi mitîngê hilbijartinê yên navçeyên Mêrdînê kirin. HDP'ê mitînga ewil li Qoserê pêk anî. Bi hezaran kes li Qada Newrozê hatin gelhev û namzetên bajêr jî xîtabî gel kirin. Di mitîngê de girseyê dirûşmên “Tu dikarî” û “Bi jinan re diguhere” berz kirin, pankart û dawîz vekirin. Berî axaftin bên kirin Deng’ê Jinên Azad derketin ser dikê.   ‘JI BO KU XWÎN RAWESTE DENGÊN XWE BIDIN HDP’Ê’   Dûre dayîka Murat Yurtgul ê di Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha  2015’an pêk hat de jiyana xwe ji dest da Şemsa Yurtgul xîtabî gel kir û wiha  got: “Li Pirsûsê komkujiya duyemîn pêk hat. Ji bo xwîn nerije û dayîk negirîn emê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş.”    GUNAY: EM Ê TECRÎTA ÎMRALIYÊ BIŞKÎN IN    Namzeta HDP’ê Ebru Gunay dûre axivî û wiha got: “Em qatilên êrîşa Pirsûsê dinasin. Em wan ji Cizîr, Sûr û Nisêbîna Rengîn wa dinasin. Desthilatdariya AKP’ê dizane dê têk biçe. Em ê bi berxwedana gelan tecrîta Îmraliyê bişkînin. Emê  di 24’ê Hezîran’ê de ji AKP’ê re bêjin ‘Temam’.”    SANCAR: MA ZILMA ÇÎLLER TÊ JIBÎRKIRIN?   Piştî Guneya namzetê HDP’ê Mîthat  Sancar axivî û wiha bilêv kir: “Emê di 24’ê Hezîranê de ji desthilatdariyê hesap bipirsin. Polîtîkayên desthilatdariyê bi derew, hîle û xwînê tijene. Ma Zilmam Çîller tê jibirî krin? Qeyûmê tayîna  şaredariya Qoserê hat kirin, peykerê Ugur Kaymaz rûxand.    DAGHAN: EM Ê 24’Ê HEZÎRANÊ DE LI SER PIYAN BIN   Namzeta HDP’ê Gulbîn Şahîn Daghan jî, diyar kir ku desthilatdariyê dest pê kê bi destên xwe mirov qetil dikirin, lê niha  bi destên kesên cuda qetil dike. Li Pirsûsê jî Kurd kuştin.    Girseyê piştî axaftinan, Koma Hîvron derket ser dike û guvend gerandin.