Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş 2018-06-18 12:35:37   AMED – Hunermendê navdar ê kurd Ciwan Haco ji bo namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş bang kir û got: “Em hemû bi hev re dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş. Yekîtiya me hêza me ye. Îtifaqa me hêza me ye.”    Ji hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê re 6 roj man û dê di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê bi milyonan hilbijêr biçin ser sindoqan. Dê hilbijêr hem namzetê serokomariyê û hem jî namzetê parlamenteriyê yên partiyan bijêrin. Yek ji van namzetên serokomariyê yê herî zêde bala gel dikişîne namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê 20 meh in di Girtîgeha Edîrneyê de ye. Tê gotin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî yek ji partiya kilîd a hilbijartinê ye û dê HDP çarenûsa hilbijartinê diyar bike.    Her roja ku diçe ji bo HDP’ê û Demîrtaş piştevanî xurtir dibe. Hunermendê navdar ê kurd Ciwan Haco li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bi dîmen peyamek weşand.   Haco ji bo Demîrtaş vê bangê dike: “Gelê min ê bi rûmet, bila em bibin bersiva azadiyê, aştiyê, wekheviyê û demokrasiyê. Em hemû bi hev re dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş. Yekîtiya me hêza me ye. Îtifaqa me hêza me ye.”