Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin 2025-03-14 11:15:09 RIHA - Ciwanê ji qeyûmê Şaredariya Sêrtê re got “diz” bi îdiaya “heqaretê” hate binçavkirin.   Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Aslan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de hate binçavkirin. Polîsan, bi ser mala Aslan a li navçeya Hewagê ya Rihayê de girtin û Aslan binçav kirin.    Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya di 29’ê Çileyê de weke qeyûm li şûna Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî hatibû tayînkirin. Aslan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dabû û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha gotibû: “Xuyaye ku xanenavka qeyûm ji hêla qesrê ve hatiye şandin... Ji qeyûm re xanenavka zêr jî were amadekirin diz her diz e.” Ji ber vê parvekirinê, hat îdiakirin ku Aslan “heqaret” kiriye.