‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’ 2017-10-16 14:46:20 ENQERE – Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqerê di salvegera damezrandina 5’emîn a partiya xwe de bal kişand ser êrîşan û got: “AKP qewlê xwe zêde dike. Tu hêz bi zordarî, êrîş, tirs û çewisandinê li ser piya nemaye. Dê kabûsa we, em ê bikin hêviya gelan.”  Rêxistinê HDP’ê ya Bajêr a Enqerê di salvegera damezrandina 5’emîn a partiya xwe de civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand êrîşên ser partiya xwe. Li avahiya partiye civîn hat lidarxistin û pankarta “HDP hêvî ye û hêvî kip li ser piya ye” daliqandin. Heverokê HDP’a Enqereyê Halîl Yildiz axivî û bi bîr xist ku ji ber xwe li encamên 7’ê hezîranê ranegirtin êrîşên li ser partiya wan zêde bûne. Yildiz da zanîn ku bi OHAL û KHK’iyan êrîş derketine asta herî jor û ew ê li dijî zextan têkoşîna demokrasi û azadiyê bilind bikin.    ‘SIYASETA HEMBÊZKIRÎ TALÛKE DÎTIN’    Piştî Yildiz Rêvebera HDP’a Enqerê Derya Bakir daxuyanî xwend. Bakir destnîşan kir ku ji sazbûna HDP’ê ve di dîroka Tirkiyê de demokrasî di bin banê muxalefeta civakî ya HDP’ê de tê meşandin û got: “HDP ji aliyekî ve bedelên herî giran ê demokrasiye dide ji aliyê din ve jî daxwaza gelê kurd ya mafdar û daxwaza hemû beşên civakê û nasnameyên hatine tunekirin gihandiye hev û hin bêtir têkoşîna demokratîk mezin kiriye. Ji ber vê yekê siyaseta hembêzkirî wek talûke dibînin.”    ‘4’Ê MIJDARÊ DARBEYA LI DIJÎ VÎNA GEL E’    Bakir anî ziman ku bi taybetî piştî 7’ê Hezîranê êrîşên li dijî HDP’ê zêde bûne û got: “Di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî vîna gel darbe pêk hatiye. Kî çi dibêje bila bêje îro du xetên siyaseta demokratîk hene. HDP û yên din in.”    ‘BI SEDAN CAR PARTIYA ME RASTÎ ÊRÎŞAN HAT’   Bakir da zanîn ku dinava du salan de hevserokên partiyê, wekîlên hevserokên komê, berdevkên partiyê, parlamenter û bi hezaran endamên HDP’ê hatin  girtin. Bakir, anî ziman ku HDP rastî hemû êrîşên hovane hat û wiha got: “Lê ligel hemû êrîşan em li ser piyane. Em vê hêza xwe ji  mezinbûna gelê xwe digirin.”    ‘DOST, DIJMIN BILA HEMÛ KES ZANIBE’    Bakîr destnîşan kir ku desthilatdarî ji ber tirsa xwe êrîşî HDP’ê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi baynetî li Enqereyê êrîşên dijwar pêk anîn. Li dijî van hemû êrîşan divê em têkoşînek hevpar bimeşînin. Tu hezê bi darê zorê, êrîş, tirs û tunekirinê li ser piyan nemaya. Dê AKP jî li ser piyan nemine. Têkçûna wan nêz bûye. Dê mîna Mederesan, Kenan Evrenan, Çîlleran û Demîrelan, ew ê jî têk biçin. Li vê derê em car din dibêjin, ey Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya bêhn pêketî, em ê tu pêkanînên we qebûl nekin û heya dawiyê em ê bibin hêviya gelan. Bila dost, dijmîn hemû kes vê yekê wiha zanibin.”