Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev 2018-06-18 11:12:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tipa F a Edîrmeyê ya lê girtî ye, peyam şand û diyar kir ku yê wan bîne cem hev ne pergala yek zilamî ye, dijberî wê pergala demokrasiyê ye.    Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştû duh ji Girtîgeha Tipa F a Edîrmeyê di TRT'ê de axivî îro li ser hesabê twitterê peyam belav kir. Demirtaş, diyar kir ku yê wan bîne cem hev ne pergala yek zilamî ye, dijberî wê pergala demokrasiyê ye. Peyama Demîrtaş ya li ser twitterê wiha ye:   "24'ê Hezîranê wê bibe roja xelasiya ji tirs û xofan. Em ê bi hev re bijîn. Bêyî ji hev cihê bibin, bêyî li ber hev rabin, bi lihevkirinê û di nava demokrasiyê de em ê xurt bibin. Em ê rojhilat û rojavayê welatê xwe di nava heman dilî de bikin yek. Em ê bi guhertineke mezin a demokratîk xwe ji bo sala 100. a komarê amade bikin.   Li şûna nefret, hêr û dijminatiyê, em ê hezkirin, aramî û rêzdariyê geş bikin. Li şûna rant, bertîl û gendeliyê, em ê xwêdana ji eniyê diherike, nan û kedê pîroz bikin. Em ê xwe li êş û azaran rabigirin û Tirkiyeya paşerojê bi hev re ava bikin. Ji ber ku em bi hev re bedew in. Bêyî te nabe, ancax bi te dibe.   Sîstema yek şexsî rê li ber parçebûneke mezin vekir. Bi demokrasiyeke xurt em dikarin xwe li hev bigirin, ne bi sîstema yek şexsî. Ez ne dest ji Manîsayê diqerim, ne jî ji mêrdînê. Ne ji Edîrneyê ne ji Colemêrgê. Hûn jî dest jê bernede xwişk û birayê min ên hêja. Em dest bidin hev, ji ber ku guhertin bi te dibe.   Her kesî berê kêmasî kir. Ji xizmên me yên li Çanakkaleyê li gel hev radizên heta pêşiyên me, em dersê ji wan bigirin. Bi dilekî wêrek em şaşitî û kêmasiyên xwe deynin holê. Nirxên me yên hevpar ên li Çanakkaleyê çiqasî wehkev in, çiqasî bi rûmet in, em jî bi wî rengî bin. Em bibin welatekî bi vî rengî yê demokrasiyê."