Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin 2018-06-18 10:45:59 STENBOL - Li Taxa Gazî, 2 hezar û 331 TL cezayê pere li 9 ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin birîn. Li Taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê, 9 ciwanên dema afişên HDP’ê dadileqandin hatin biçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a Gazî. Hat diyar kirin ku polîsan ciwan derp kirine. Polîsan piştî 2 hezar û 331 TL cezayê pere li 9 ciwanan birîn, serbest berdan. Ji bo her ciwayekê 256 TL cezayê pere hat birîn.