Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê 2018-06-18 10:40:59   SILÊMANÎ - Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina operasyonên TSK'ê yên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya KNK û Bereya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê bi sedan kesan berê xwe dan Qendîlê.   Li Başûrê Kurdistanê pêla nerazîbûnên li dijî operasonên TSK'ê yên hewayî û bejayî ya li ser herêma Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Bi armanca şermezarkirina êrîş û operasyonên li Başûrê Kurdistanê ji Xaneqîn heya Dihokê bi pêşengiya KNK’ê û Bereya Nîştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê serê sibehê ji bajarê Silêmanî, berbi Qendîlê ve bi rê ketin. Ji hemû bajarên Kurdistanê welatî tevlî karwanê bûne û têgotin ku di vê komê de mamoste, parêzer, çalakvanên siyasî û welatî cih digirin. Wê hemû komên ku tevlî karwan bibin ji bajarên din yên Başûrê Kurdistanê werin û li bajarê Sengeserê ya devera Raperîn bigihijin hev û ji wir jî yekser berê xwe bidin Qendîlê. Çav li rêye ku ev girseya gel li Qendîlê li cihê konê mertalên zindî daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bidin.   Ji 8’ê Hezîranê ve komek ji Komelên Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê ji bo xwe ji Qendîl re bikin mertal li Qendîlê kon vedane û her roj gelê Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriyê serdana konê mertalên zindî dikin.