Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin 2018-06-18 10:09:55   EDENE – Beriya mitînga HDP’ê ya li Edeneyê polîsan bi ser malan de girt û 17 kes binçav kirin.    Li Edeneyê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Balkêş e ku serdegirtina malan beriya mitînga HDP’ê ya li Edeneyê ku dê bi tev li bûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan were li dar xistin pêk hat. Piştî lêgerîna li malan 3 jê jin, 17 kes binçav kirin. HDP’î jî di nav de 17 kes bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebat birêve birin e” hatin binçavkirin.    Piştî kontrola tenduristiyê 17 kes birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    Navên hin binçavkiriya wiha ne: Ilyas Arzu, Devrîm Ozlu, Devran Ozlu, Jiyan Savci, Şîrda Erol.