2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin 2018-06-18 09:43:33   ÊLIH – Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê bi 2 hezar kesan li Êlihê di hilbijartina 24'an de sindoqan biparêzin. Ji bo Hezar û 124 sindoqan 2 hezar kesên di navde  parêzer rêveber û nûnerên rêxistinên civakî jî heye dê sindoqan biparêzin.    Li Êlihê dê 342 hezar û 111 hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xwe bavêjin. Bi giştî li 366 dibistanan Hezar û 124 sindoq dê bên avakirin. Bi piranî li herêma Sason û Kercewsê bi giştî 65 sindoq cihê wan hatin guhertin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo di 24'ê Hezîranê de sindoqan biparezin li gel hiqûqnas, nûnerên rêxistinên demoratîk û dildaran bi 2 hezar kesan dê sindoqan biparêze. HDP'ê 2 hezar kes ji bo sindoqan peywirdar kir. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê û berpirsiyarê Karên Agahiyan Erkan Kaygusuz, der barê parastina sindoqan de agahî da û diyar kir  ku amadekariyên wan temam bûne. Kaygusuz, ji hemû hilbijêran xwest ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û piştre li sindoqan xwedî derkevin.    'DÊ 250 HEZAR KES KOORDÎNE BIKE'   Kaygusuz, da zanîn ku ji bo Hezar û 124 sindoqan biparêzin, çavdêr peywirdar kirine û ji bo her sindoqekê dîsa kesên alîgir heye. Kaygusuz wiha got: "Di roja hilbijartinê de dê li ser her sindoqekê çavdêrek û kesekî alîkar hebe. Dîsa dê li her dibistanê 2 kesên kordîne bikin hebin. Li ser her sindoqê di heman demê de endamê me yê lijneya sindoyê jî hebe. Endamê lijneya sindoqê dê heta sindoqê bibe YSK'ê jî dengan bişopîne. Me ji niha de hemû detbîr stendine û em berdewam dikin. Herî kêm me 2 hezar kes ji bo parastina sindoqan peywirdar kirine. Em dê bi ekîbê ku ji 50 hevalên me yên parêzer û 250 kesên din hemû sindoqan koordine bikin. Em tenê dengê HDP'ê naparêzin. Em dê hemû dengên din jî biparêzin. Em dê li dijî hemû bê hiqûqiyê têbikoşin.    EM DÊ 24 SAETÊN ROJA HILBIJARTINÊ XEBATÊN EWLEHIYA SINDOQAN BIKIN   Kaykuguz bal kişand ser sindoqên ku li 65 herêman bên guhestin jî û wiha got: "Em wekî HDP hem dê sindoqan biparêzin û hem jî ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan dê dexebatê bimeşînin. Bi taybetî li herêma Sason û Gercuşê dê 65 sindoq bên guhertin. Yekîneya me ya rêxistinê dê dê biçin herêmê û kêmasiyên heyî temam bikin. Dê hewl bidin ku her kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Kaygusuz, herî dawî da zanîn ku namzetên wan û rêveberên wan her roj li gund û navçeyan digerin û ji sibê heta êvarî hem ji bo ewlehiya sindoqan û hem jî ji bo çûna ser sindoqan agahî didin. Hem welatî û hem jî Muşahîd(çavdêr), di roja hilbijartinê de kêmasî û astengiyek li ku dît divê bi lezgîn li hevalên kordînasyonê bigerin û wan agahdar bikin. Em bang li ciwanan dikin ku li sindoqan xwedî derkevin. Rojên borî Serokê AKP'ê Erdogan der barê sindoqan de axivî bû û gef li partiya me xwaribû. Bi vê yekê dê lîstik û hîheyên li ser sindoqan zêdetir bibin. Ji ber vê  yekê divê li dijî hîle û diziyên deng û sindoqan û astengiyên li ser sindoqan her kes hişyar û baldar bin. Em dixwazin hemû hilbijêr li dengê xwe xwedî derkevin. Deng namûs e. Em li dengê xwe xwedî derkevin."