ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e 2017-10-16 14:44:29 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, têkildarî gumana dirêjkirina OHAL’ê û pêkanînên bi KHK'ê bîlançoya OHAL'ê aşkere kri. Turkdogan, diyar kir ku geşedanên li Tirkiye pêş dikevin girêdayî tecrîda li ser Ocalan e.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî gumana dirêjkirina OHAL'ê û pekanînên OHAL'ê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan,Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul û Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Adnan Vural tev li civînê bûn. Li ser navê parazvanên mafên mirovan Ozturk Turkdogan daxuyankî da. Turkdogan, diyar kir ku OHAL'a bi hinceta hewldana 15'ê Tîrmehê hat ilan kirin, îro tu hiceta dîsa bê dirêjkirin tune ye û wiha got: "Di 20'ê Tîrmehê de li dijî darbeyê darbe pêk anîn û OHAL îlan kirin. Heta niha 5 caran dirêj kirin. Îro di civîna MGK'ê de dê dîsa bikin rojev. Piştî vê civînê Lijneya Wezîran ku bi awayekî formalite kom bibn, dê OHAL’ê cara 6’emîn dirêj bikin. Tirkiye li zagon û qanunê xwe guhdar nake. Pêkanina KHK'yan keyfî û li dijî zagonan e. Tu bingeha zagonî ya OHAL’ê tune ye."    Turkdogan, da zanin ku milê darazê hilweşiya û wiha got: "Êdî tu rola meclîsê nemaye. Li gorî xala 121’an a Qanûna Bingehîn divê hemû KHK’ên hatin derxistin di erêkirina meclîsê re derbas bibe. Di 28 KHK'ên OHAL'ê de tenê 5 hej bi wan birine rojeva meclîsê. 23 heb bêyî li meclîsê bê niqaş kirin û bê erêkirni derbas kirine. Meclîs hatiye ji bir kirin. PişTî 16'ê Nîsanê dewleta partiyê ketiye meriyetê. Serokomar berê bi Serokê partiyan re û piştre bi Waliyan re kom dibe. Bi OHAL'ê hemû heq û azadî hatiye binpêkirin. Xala 15’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) û xala 4'an a Peymana Medeni ya NY'ê hatiye îhlalkirin.    Komîsyona Venedîk a Konseya Ewropa 4 caran Tirkiye hişyar kiriye. Ji ber ku Tirkiye hişyarî li ber çavan negirt Konseya Ewropa Tirkiye xist bin çavderîyê.    ÎŞKENCE SERBEST E      Turkdogan, anî ziman ku di pêvajoya OHAL'ê de bê cezakirin kirine polîtîkaya dewletê û lê zêde kir. Bi hêjmara 667 û 668 ya KHK’yan bê cezakirin wekî zagon hat parastin. Li ser vê yekê îşkence zêde bû û li kolanan  belav bû. Di sala 2016'an de li 42 kesan ji ber îşkenceyê doz hat vekirin. Li aliyê din bi sedema li dijî polîs dengê xwe kiriye li 26 hezar û 195 kesan doz hat vekirin.    TECDÎDA LI SER OCALAN TIRKIYE XIST VÎ HALΠ   Turkdogan, bibîrxist ku li Tirkiye kapasiteya girtîgehan 180 hezar kesin, Lê niha 225 hezar girtî hene. Turkdogan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Niha 362 girtiyên nexweşên giran hene. Ji wan Hezar û 37 girtî nexweş in. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtî ye, ji îlona 2016’an û virde tu agahî jê nayê girtin. Ji rewşa Ocalan tu agahî nayê girtin. Ev li dijî hiqûqa neteweyî û navnetewyî ye. Ji ber polîtîkayên Tirkiye yên tecrîdê îro Tirkiye hatiye vî halî. Îktîdara ku qeyûm tayînî şaredariyên kurdan kir îro qeyûm tayînî şaredariyên xwe dike."    Turkdogan bal kişand ser binpêkirina serdema OHAL'ê û wiha bîlanço rêz kir.    * Heta Tîrmeha 2017'an der barê 169 heza rû 13 kesan de lêpirsîn hatiye kirin. 50 hezar û 510 kes hatin girtin. 43 hezar û 498 kes bi şertê knotrola edlî hatin berdan. 8 hezar û 87 kes fîrar in."    * Îşkence zêde bû û li ber çavan tê kirin. Îşkenceya li Muglayê fikaran zêde dike.    * Li Enqere mirov tên revandin. Tirkiye ji aliyê NY'ê ve hat hişyarkirin.    * Demirtaş jî di navde 11 parlamenter girtî ne. Tevî Yuksekdag wekîltiya 5 parlamenteran hat xistin.    * 89’ jê yên DBP’ê bi giştî 94 şaredarî bi qeyûman hatin desteserkirin. 74 hevşaredar hatin girtin. 28 Hevserokên HDP'ê yên bajaran, 89 hevserokên HDP'ê yên navçeyan bi giştî 780 endam û rêveberên HDP'ê hatin girtin.    * Bi KHK’yan 113 hezar û 440 karmend hatin îxrackirin. 22 hezar û 474 kes destûra wan hat betalkirin.    * Bi biryara HSK'ê 4 hezar û 240 hekîm û dozger hatin îxrackirin.    * 48 saziyên tenduristîyê 2 hezar û 325 saziyên perwerdehiyê, 15 zanîngehên taybet, 19 sendîka hatin girtin.    * 969 şîrket hatin desteserkirin. Zerara wan 41 milyar TL ye. 47 hezar betal man    * 185 saziyên çapemeniyê hatin girtin.    * Hêj 174 rojnameger girtî ne. Nasnameya zer a 889 rojnamegeran hatin betalkirin.    * Hezar û 412 komele û 139 vakıf hatin girtin.    * Ji ber fikrê der barê 4 hezar û 187 kesan de doz hat vekirin. Bi sedema propaganda jî di sala 2016'an de der barê 17 hezar û 322 kesan de doz hat vekirin.    Turkdogan, anî ziman ku êdî mirov dê li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin û ji vê yekê re bêjin raweste.    TECRÎDA LI DIJÎ OCALAN LI DIJÎ ME HEMÛYAN PÊK TÊ   Turkdogan, herî dawî bal kişand tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Bi tu awayî parêzer, malbat û kes nikare agahî bistînin. Hemû serlêdanên parêzeran bê encam man. Parêzerên Ocalan serî li me dan. Me cî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê da. Ev tecrîd li dijî me hemûyan pêk tê. Îşkencela li ser Ocalan li ser me hemûyan pêk tê. Dîsa me îşkenceya li Muglayê bir Konseya NY'ê.