Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin 2018-06-18 09:02:56 ÎDIR – Namzeta HDP’ê ya Îdirê Kiznaz Trukelî diyar kir ku dê wek hilbijartina 7’ê Hezîranê 2 wekîlan derxin û got: “Azerî, Kurd, Terekeme, bindest, bêkar û ciwan wê dest bidin destê hev û em ê 24’ê Hezîranê bi tacegulan bigîhinin serkeftinê.”  Kampanya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Îdirê mal bi mal û kolan bi kolan didome. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’a Îdirê Kiznaz Tirkelî anî ziman ku ji Azeriyan piştevaniyek ji bo HDP’ê heye.    ‘HILBIJARTINEK KRÎTÎK E’    Turkelî diyar kir ku ew bi awayek têr û tije xebatên xwe jig undan heta bajêr birêve dibin û got: “Gelê me eleqeyek germ nîşanî me dide. Hezkirin û germahiya wan dilê me şa dike. Yanî mirov dikare bêje ku dilê xwe ji me re vedikin. Êdî gelê me ferq kiriye ku desthilatdariya HDP’ê tiştek nade wan. Ev hilbijartin ji bo hemû bindestan û yên hatine cudakirin krîtîk e. Gelê me dibêje ku divê teqez em vê hilbijartinê qezenc bikin. Em ê 24’ê Hezîranê bi tacegulan bigîhinin serkeftinê. Çumkî gelê me li pişta me ye.”   ‘EM Ê GOVENDA SERKEFTINÊ BIGIRIN’   Turkelî destnîşan kir ku gel ji wan re dibêje “Encax em dikarin bi HDP’ê ji vê desthilatdariya ceberut rizgar bibin” û got: “Em ê di vê hilbijartinê de çi li tevahiya Tirkiyeyê û çi li Îdirê teqez em qezenc bikin. Çawa di hilbijartina 7’ê Hezîranê de em bi ser ketin, em ê di 24’ê Hezîranê de bi gelê xwe re govenda serkeftinê bigirin.”    ‘EM Ê DEST BIDIN DESTÊ HEV Û BI SER KEVIN’    Turkelî da zanîn ku partiya kilîd a hilbijartinê HDP ye û wiha got: “Alîgirên MHP’ê yên berê jî êdî dibêjin ku wê dengê xwe bidin HDP’ê. Her kes êdî dizane rewş çawa ye û di çi astê de ye. Tekane partiya li dijî rejîma yek zilamî HDP ye. Divê em vê hişmendî û berpirsyariyê biçin ser sindoqan. Em ê koperatîfa jinan ava bikin. Em ê bibin deng û rengên jinan. Azerî, Kurd, Terekeme, bindest, bêkar û ciwan wê dest bidin destê hev û em ê 24’ê Hezîranê bi tacegulan bigîhinin serkeftinê.”