ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-18 09:00:51 * Namzeta HDP’ê ya Îdirê Kiznaz Trukelî diyar kir ku dê wek hilbijartina 7’ê Hezîranê 2 wekîlan derxin û got: “Azerî, Kurd, Terekeme, bindest, bêkar û ciwan wê dest bidin destê hev û em ê 24’ê Hezîranê bi tacegulan bigîhinin serkeftinê.”  * Li Wanê desthilatdariya AKP’ê 16 sal e soza “Em ê Wanê bikin navenda dilkêşiyê” dide û ev soza wan hêdî hêdî têk diçe. Yek ji bajarên herî deyndar Wan e. Li gorî daneyên TUÎK’ê xane nikarin ji sedî 65 pêdiviyên xwe rojane pêk bînin.    * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê bi 2 hezar kesan li Êlihê di hilbijartina 24'an de sindoqan biparêzin. Ji bo Hezar û 124 sindoqan 2 hezar kesên di navde  parêzer rêveber û nûnerên rêxistinên civakî jî heye dê sindoqan biparêzin.    LaWje ku muzîkên herêma Colemêrgê kom kirine, dê li Stenbolê derkeve pêşberî muzîkhezên xwe û konser bide.     * Geşedanên li Pirsûsê dê bên şopandin.    * Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê li navçeyên Qoser û Nisêbînê bi tevlêbûna wekîl û namzetan mîtîngên girseyî pêk bîne. (11.00 - 15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê dê bi tevlêbûna namzet û wekîlên HDP'ê li navçeya Panosa Agiriyê mîtîngê pêk bîne. (11:00)   * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî dê li Mêrsîn, Edene û Antalya tev li mîtîngan bibin. (16.00-20.00)