HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê 2018-06-17 23:31:20   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan xebatên hilbijartinê bi şahî û mîtîngan berdewam kir û lez dan xebatan. Namzet li gelek navendan tev li şahiyên gel bûn.    Xebatên HDP'ê yên hilbijartina 24'ê hezîranê bi şev û roj berdem dikin. Rêxistinên HDP'ê li Stenbol, Bursa, Manîsa, Kocaelî mitîngên bajaran, li navçeyên Amed, Edene, Riha, Dîlok, Îzmir, Denîzlî û Sêrtê jî mîtingên navçeyan û şahiyên gel pêk anîn. Di bernameyan de Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di TRT'ê de bi girseyî û coşek mezin hat temaşekirin.    Rêxistinên HDP'ê yên Bûrsa Manîsa û Kocaelî bi tevlêbûna sed hezaran mîtîngên girseyî pêk anin. Di van mîtingan de namzeten HDP'ê yên bajaran û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, beşdarî mîtîngan bû.    Rêxistina HDP'ê li Navçeyên Pasûr, Lice, Dênê, Karaz, mîtîn pêk anîn. Namzetên HDP'ê li navçeyan bi karwanên girseyî hatin pêşwazîkirin. Li gelek cihan polîsan astengî derxistin. Lê disa gel berhtek nişanî astengiyan bûn û tev li mîting û şahiyan bûn. Di mîtingan de banga mîtînga 20'ê Hezîranê ku li Amedê pêk bê hat kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî ji bo mîtînga sibê li nava esnafan geriyan û gel dawetî mitîngê kirin. Rêxistina HDP'ê li Dîlokê jî li navçeya Şahinbeyê li taxa Karayılan buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê û rêveberên HDP'ê amade bûn.    LI DENÎZLÎ Û MISIRCÊ MÎTÎNG PÊK ANÎN   Li Rihayê jî Namzetên HDP'ê û rêveberên HDP'ê li buroyên hilbijartinê geriyan.  Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê jî li navçeyên Bayraklı, Menemen û Bornova bi gel re hatin cem hev. Li Denîzlî jî Rêxistina HDP'ê li navçeya Merkezefendî bi tevlêbûna hezaran mîtîng pêk anîn.    Rêxistina HDP'ê li Sêrtê jî li navçeya Misircê bi tevlebûna namzetan mîtîng pêk anîn. Bi hezaran kes beşdari mîtingê bûn.