HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir 2025-03-11 06:59:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê li ser gelek mijarên girîng ên weke misogerkirina mafên destûra bingehîn ên Kurdan û saziyên leşkerî û sivîl di nava rêveberiya giştî de cih bigirin, li hev kirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Mihemed El-Colanî (Ehmed El-Şara) ku weke serokê desthilata demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin, li hev civiyan.   Di encama civîna Ebdî û Colanî de li ser van mijaran hate lihevkirin:   * Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.   * Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.   * Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.   * Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.   * Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.   * Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.   * Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.   * Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.