Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan 2018-06-17 23:02:43   AMED – Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê li Rezanê şahiya gel li dar xist. Bi sedan welatî tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de axaftina Demîrtaş a di TRT’ê de bi eleqeyek mezin temaşe kirin û pişt re bi sedan welatî govend gerandin.    Meclîsa Jinan a HDP’a Amedê li Buroya Hilbijartinê ya Jinan a li Taxa 5’Ê Nîsanê ya navçeya Rezanê şahiya gel li dar xist. Namzetên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag, Remziye Tosun, Abdurrahim Durmuş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajêr, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tev li bûn. Di şahiyê de bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Beriya axaftin bên kirin, welatiyan li ber muzîkê govend gerand.    ‘EM JINÊN ROJÊ JI BÎR NAKIN’    Namzet Dersim Dag di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku AKP li dijî jinan bê tehamûl e û dixwazin jinên kurd bê nasname bikin û kirin e hedef. Dag got: “Em ê qet jinên rojê yên li Rojava li ber xwe dan û didin ji bîr nekin.”    WELATIYAN BI ELEQEYEK MEZIN LI DEMÎRTAŞ TEMAŞE KIR    Piştî axaftina Dag, dema axaftina namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a propagandaya hilbijartinê dikir di şahiyê de hat pêşandan. Di kêliya Demîrtaş derket ser ekranê bi sedan welatî slogan berz kirin û li çepikan dan. Wextê ku Demîrtaş axivî derdor bi yek carê bêdeng bû û welatiyan bi eleqeyek mezin li axaftina Demîrtaş temaşe û guhdar kirin. Piştî axaftina 10 deqîqyan welatî rabûn ser piya û bi deqîqeyan li çepikan dan.    ŞAHIYA BI COŞ    Bi du axaftina Demîrtaş re hunermendên herêmî derketin ser dike û strîn. Bi sedan welatî li ber stranan govend gerand. Welatiyan kêliyek çembera govendê kêm nekir û li derdorê konfetiyan pêxistin û derdorê ronî û rengîn kirin. Piştî govend gerandina bi coş şahî bi dawî bû.