Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê 2018-06-17 17:40:01   STENBOL - Bi sed hezaran welatiyên Stenbolê ji bo tev li mîtînga HDP'ê ya Bakirkoyê bibin berê xwe dan qada mîtîngê ya Bakirkoyê. Li qadê bi deh hezaran kes kom bûm û mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir.      Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û namzetên HDP'e yên Stenbolê bi şîara "Ji bo jiyanek bê şer û bê metîngerî em digêjin hev." li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtînga mezin pêk tîne. Beriya ku mîtîng dest pê bike ji navçe û taxên Stenbolê bi sed hezaran welatî berê xwe dane qada mîtîngê. Li gel barana zêde herikîna gel a qada mîtingê didome. Li gel ku di nava rojê de bê navber baran bariya jî bi sed hezaran kes ji bo tev li mîtîngê bûn berê xwe dan qada mîtingê û diherikin qada mîtîngê. Rêyên diçin qada mîtîngê bi kîlometreyan beriya bigêje qadê li trafîkê hatin girtin. Girseyên gel ên ji maşîneyan dadikevin, kom bi kom bi meşê diherikin qadê. Girkeya ku dikevin qadê di 2 nokteyên cuda yên lêgerînê re derbasî qada mîtîngê dibin. Girse bê navber li qadê diruşmeya “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin. Girseya ku ketin qadê bi rengê cuda qad xemilandin. Bi rûpoşên Demîrtaş ketin qadê. Girseya ku kom bi kom dikevin qadê, tevî al û flamayên HDP'ê dikevin govendê û govendê digerînin. Ji niha de bi hezaran kes kom bûn û bê navber dirûşmeyên “HDP hêvî ye li ser piyan e", “Jin, jiyan, azadî”, “Bila zindan vala bibin, bila Selo bên berdan", “Heq, hiqûq û edalet dê bi HDP'ê bên" berz dikin.    Girseya ku ket qadê li gel al û flamayên HDP'ê bi rûpoşên Serokwezîriyê yên HDP'ê Selahattin Demirtaş dikevin qadê. Herikîna gel a qadê her ku diçe mezin dibe. Li ketina deriyê metro û rawestgehan jî girse kom dibe û berê xwe didin qada mîtîngê.    Girseyên ku nikarin têkevin qadê jî li cihên bilind bi cih bûn. Li qadê nûner û rêveberên EMEP, TOP, Gavek din wêdetir û rêxistinên civakî jî alên xwe vekirn   HER KU DIÇE COŞ ZÊDE DIBE    Mîtînga ku gel wekî lehî diherike qadê saet di 17.30’an de bi rêzgirtinê dest pê kir, Bi deh hezaran kes li qadê kom bûn. Herikîna qadê didome. Her ku diçe coş û tevlêbûna qadê zêde dibe.